Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê xebatên xwe yên vejandina zimanê zikmakî û xurtkirina nasnameya çandî ya Kurdî, bi rêya perwerdekirina bi dehan xwendekarên ji tevahî beşên civakê, di çarçoveya bernameyek bi rêk û pêk û berfireh de didomîne.
Ev yek, bi Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re dest pê kir, û ji bo çanda civakî li herêmên ku lê pergala Rêveberiya Xweser, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê bicihanîn, bû xalek werçerxî ya mezin. Ji hingê ve tevî şert û mercên cuda yên ku SZK’ê tê re derbas bûne û guhertina cihan, lê dîsa jî wê perwerdeyên xwe yên bi zimanê Kurdî û xebatên vejandina wî ranewestandine û ji nifşên nû re veguhastine.
Sê astên perwerdehiyê
Rêveberên SZK'ê diyar kir ku 3 astên perwerdehiyê hene, dema her astekê 4 meh e û di nava komên biçûk ji 15 heta 20 xwendekaran de perwerde tê dayîn. Di kursan de kesên ji beşên curbicur; ji xwendekarên zanîngehan heta bi dayikan hene.
Endama SZK'ê Zozan Dehar diyar kir ku bernameya xwendinê cudahiyê naxe nava temenan, lê girîngiyê dida asta têgihîştin û pêdiviyên zimanî yên her perwerdekarekî û got: "Tevî ku hin caran zehmetî di ziman de tên dîtin, lê dîsa em bi şiyana herkesî ya fêrbûnê bawer in, nexasim piranî di qonaxên zû yên jiyanê de ji xwendinê mehrûm bûne. Erka me îro ew e ku em zimanê xwej I windabûnê biparêzin."
Zozan Dehar diyar kir ku bernameya wan ji xalên bingehîn ên xwendin û nivîsandinê de dest pê dikin û digihîjin jêhatiyên rêziman û ziman ên pêşketî û wiha domand: "Rojane ders hene; ji saetek heta 2 saetan li gorî şiyana xwendekaran tên dayîn. Di rewşên taybet de jî heta 4 saetan ders tê dayîn."
Perwerdekar diyar dikin ku ev gav firseteke nadir e ku perwerdeya ku berê jê hemrûm bîne bizanin. Der barê mijarê de Mihemed Bekir (21) ku niha di kursa asta yekemîn de ye ji ajansa me re got: "Ev derfeteke ku nayê dubarekirin. Zimanê me çanda me ye û kî wî paşguh bike dê winda bibe. Divê em ciwan fêrbûna zimanê zikmakî ji xwe re wekî armanceke sereke bibînin."
Girêdayî girîngiya ziman Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" de dibêje: "Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûyî xwedî îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê."
Kursên ziman temsîla berxwedan çandî ne
SZK’ê hewl dide bi rêya van xebatan zimanê Kurdî wekî beşeke sereke di jiyana rojane de bide rûniştandin û pêşî li hişmendiyên paşguhkirinê yên ku bi deh salan e Kurd ji mafên xwe bêpar hiştine, bigire. Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî ev kurs wekî berxwedaneke çandî ya bi navê "Zimanê me nayê windakirin" temsîl dikin.
ANHA/QAMIŞLO