Weqfa Mezopotamyayê li Amedê li Salona ÇandAmedê kongreya xwe li dar xist û rêveberiyeke nû hilbijart. Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan, Hevşaredarên Baglara Amedê Sîraç Çelîk û Leyla Ayaz, Mebûsê DEVA'yê Mehmet Emîn Ekmen, endamên saziyên sivîl ên Amedê û gelek kesên din di kongreyê de amade bûn. Hevserokên HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş û Hevşeraderê berê yê Amedê Selçuk Mizrakli ji girtîgehê peyam bo kongreyê şandin.
Di kongreyê Serokê Heyeta Miteweliyê Selîm Olçer pêşî axivî û qala xebatên wan kir. Olçer got, "Em ji bo standardîzekirina kurdî xebitîn. Em ji bo ziman û folklara xwe xebitîn. Em ji bo perwerdehiyê û lobiyê xebitîn. Me Rêbera Rastnivîsê, Termonolojiya Perwerdehiyê, Ferhenga Hiqûqê amade kirin."Olçer got ku divê êdî xebatên wan zêdetir bibin û gere zanîngeh bê avakirin.
Ji bo serokatiya dîwana kongreyê Ahmet Yildirim hat hilbijartin. Dûre Bahoz Baran bi sînevîzyonê li er xebatên weqfê sekinî û düre jî Hevşaredar Zeydan axivî.
Di kongreyê de Osman Akyil carek din ji bo Serokatiya Weqfê hat hilbijartin. Endamên Heyeta Mitewelî ya Weqfê jî ev kes hatin hilbijartin: Ronahî Onen, Gevriye Atli, Îhsan Ay, Mehmet Racî Bîlîcî, M. Selîm Olçer, Mehmet Gemsîz, Mehmet Kaya, Metîn Kilavûz, Sema Kiliçer, Yuksel Genç, Ayşegul Dogan, Abdullah Zeydan, Nurcan Kaya, Ahmet Yildirim, Mehmet Emîn Ekmen, Cahît Akin, Zeynep Yaş, Selahattîn Çoban, Îmam Taşçier, Burç Baysal, Mesût Beştaş, Sedat Yurttaş, M. Şerîf Çamci, Mahmut Îlhan.”
NAVENDA NÛÇEYAN