- Hikumeta Hollandayê di meha Sibatê de biryar da ku 119 Bronzên Benînê radestî Nîjeryayê bike û merasîma radestkirina fermî wê di 21ê Hezîranê de (îro) pêk were. Yekîneyên kolonyalîst ên Ingilîz ev berhem di sala 1897an de dizîbûn.
Zêdetirî sedsalek derbas bû, lê di dawiyê de ew vegeriyan malên xwe. Hollandayê, piştî ku nêzîkî 130 sal di ser talankirina wan ji aliyê yekîneyên kolonyal ên Îngilîzî re derbas bûn, 119 Bronzên Benînê radestî Nîjeryayê kir. Ev şandina hanê, heta niha vegerandina fizîkî ya herî mezin a berhemên Benînê bo Nîjeryayê ye. Hollandayê, li ser daxwaza hikumeta Nîjeryayê, di meha Sibatê de ev veguhestin qebûl kiribû.
Merasîma radestkirina fermî wê di 21ê Hezîranê de li Muzeya Neteweyî ya li Lagosê, bi beşdariya nûnerên her du welatan, were lidarxistin. Rêveberê Giştî yê Komîsyona Muzeyên Neteweyî û Abîdeyên Nîjeryayê Olugbile Holloway di daxuyaniyeke xwe de got: "Wateya sembolîk a vê bûyerê heye. Ev serbilindî û rûmeta xelkê Benînê tenê nîne her wiha ya hemû Nîjeryayê ye. Divê em bêhtir li ser wateya van berheman hûr bibin." Olugbile Holloway wiha lê zêde kir; "Wek mînakeke baş ji bo Hollandayê, em spasiyên xwe pêşkêş dikin û em hêvî dikin ku bi riya dîplomasiya çandî di navbera her du welatan de têkiliyên xurttir werin avakirin,"
Bingehek ji bo hevkariyê
Piraniya bronzan beşek ji Koleksiyona Dewletê ya Hollandayê bûn û li Wereldmuseum a li Leidenê hatibûn pêşandan. Çar parçe wê li gorî peymaneke deyndayînê li wir berdewam bêne pêşandan. Balyoza Hevkarîya Çandî ya Navneteweyî ya Hollandayê Dewi van de Weerd got: "Em Nîjeryayê pîroz dikin ji ber parêzvaniya wê ya domdar ji bo vegerandina Bronzên Benînê. Em hêvî dikin ku ev vegerandin ne beşa dawî be, lê bingehek be ji bo hevkarîyeke zêdetir di navbera muzeyên Hollanda û Nîjeryayê de."
Qesrê talan kirin û berheman dizîn!
Bronzên Benînê komeke ji çend hezar plake û peykeran in ku di navbera sedsalên 15an û 19an de hatine çêkirin. Di nav van berheman de tiştên xemilandî, zêr û maske hene, û piraniya wan qesra padîşahî ya Keyaniya Benînê, ku niha eyaleta Edo ya Başûrê Nîjeryayê ye, xemilandibûn. Piraniya van berheman di sala 1897an de, di dema êrîşeke hovane ya cezadayînê de, ku leşkerên Ingilîzî bi hezaran mirov kuştin û qesr talan kirin, hatin dizîn. Piştî zordestiya tund, Keyaniya Benînê di bin kolonyalîzma Nîjeryayê de hate girêdan. Parçeyên dizî di dawiyê de li zêdetirî 20 welatan, bi giranî li Keyaniya Yekbûyî û Elmanyayê, li zêdetirî 130 muzeyan hatin firotin.
Nîqaşên li ser vegerandinê
Nîqaşên li ser vegerandina karên hunerî yên ji Efrîkayê hatine talankirin, di van salên dawî de li gelek welatên Ewropayê jî belav bûne. Benînê di sala 2021ê de ji Fransayê 26 xezîneyên padîşahî wergirtin. Ev parçe di sala 1892an de, di dema dagirkirina Keyaniya Dahomeyê de, hatibûn dizîn. Belgefîlma Mati Diop a sala 2024an, bi navê Dahomey, vê proseya vegerandinê vedibêje.
Hikumeta Nîjeryayê hêj eşkere nekiriye ka Bronzên Benînê yên nû hatine vegerandin dê çawa û li ku bêne pêşandan. Di vê navberê de, hunermendên ciwan ên hemdem ji bajarê Benînê yê başûrê Nîjeryayê, pêşangeheke bi navê "Vegera mîrasê: Vegotinên nû" li Muzeya Neteweyî ya Lagosê saz kirin, ku niha li wir tê pêşandan.
Foto: AP
NAVENDA NÛÇEYAN