Em dixwazin agahî ji wan bigirin

Duşem 16 Hezîran 2025 - 03:20

Malbatên PKK’iyên li Herêma Kurdistanê girtî, li gelek bajaran serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dan û xwestin têkildarî aqûbeta zarokên xwe bikevin nava tevgerê. Têkildarî mijarê di 13’ê Hezîranê de li Amedê daxuyanî hate dayin û piştre jî malbatan serlêdan kirin. Malbatan gotin ku ew dixwazin ji zarokên xwe agahiyan bigirin. Ayşe Sarihan ku ji sala 2015’an heta niha tu agahiyan ji kurê xwe Baran nagire, diyar kir ku di zivistanê de hîn bû ku kurê wê 3 sal in girtî ye. Ayşe Sarihan, diyar kir ku ew dixwaze têkildarî rewşa kurê xwe agahiyan bigire. 

Parastinê êşkence li wan kiriye

Nermiye Îverendî jî da zanîn ku kurê wê Mahsum Îverendî 10 sal berê li Dihokê hatiye girtin û ji bo pirsîna aqûbeta wî gelek caran çûye Herêma Kurdistanê lê bêyî agahiyekê wergire vegeriyaye û got:“Parastinê got; ‘Me îşkence lê kir lê ne axivî. Piştre jî me radestî asayîşê kir.’ Ez her mehê diçim herêmê lê bêyî kurê xwe bibînim vedigerim. Bila Barzanî zarokên me bide.” Nûrşan Acar ku birayê wê Abdulhakîm Acar jî da zanîn ku kekê wê di destê PDK’ê de ye û got:“Em dixwazin aqûbeta birayê me ji me re bibêjin. Fikarên me hene. Bila PDK bes êşê bi me bide kişandin.” Dayik Delal Acar jî got: “Bila zarokên me berde. Bila der heqê wan de agahiyan bidin me.” 

Aynûr Ataş jî anî ziman ku ji sala 2014’an heta niha ji kurê xwe Kemal Taş agahiyan nagire û got:“Em hîn bûn ku salek berê ji hêla PDK’ê ve hatiye girtin. Ma çi ji zarokên me dixwazin? Ez bangî Barzanî dikim; kurê min û hemû hevalên wî berdin.”  

Biraziya Nevzat Uysal, Şermîn Uysal jî da zanîn ku mamê wê di pevçûneke sala 2022’yan de bi birîndarî hatiye girtin û got:“Me çawa ku agahî girt, em çûn Herêma Kurdistanê. Me bi Barzanî re hevdîtin kir. Ji me re gotin ‘Em ê agahiyê bidin we.’ Lê hêj jî li me venegeriyane. Ev 3 sal in nediyariyek heye. Gelo dijî yan na? Em nizanin. Êdî dixwazin agahiyekê jê bigirin.” 

Bila Barzanî guh bide me 

Kekê Erdal Aslan, Yucel Aslan jî da zanîn ku birayê wî di Hezîrana 2021’ê di şerê li navçeya Xalîfanê ya Hewlêrê de hatiye girtin û got:“Piştî agahiyê em çûn Başûr. Li Dihok, Hewlêr û Zaxoyê me gelek hevdîtin kirin. Me bi wekîlan re hevdîtin kirin. Lê ji wê rojê heta niha tu agahî nedane me. Divê hikûmeta Başûr guh bide me.” Bavê Ahmet Bulut, Tahir Bulut jî got:“8 meh berê haya min jê bû ku kurê min weke dîl ketiye destê PDK’ê. Gelo li girtîgehê miriye yan sax e? Em nizanin. Em dixwazin agahiyekê ji zarokên xwe bigirin.” Xwişka Ayhan Tatli, Fatma Tatli jî diyar kir ku ew nizanin ka birayê wan çend sal in girtî ye û got:“Em 2 caran çûn Başûr lê agahî nedan me. Barzanî bila çav û guhên xwe veke û guh bide me. Em dixwazin bizanin ka li girtîgehê ne yan na.” Reşît Îlbas jî da zanîn ku 11 sal in ji kurê xwe Îsmaîl Îlbas agahiyan nagire û got:“2 meh berê agahî ji me re hat, gotin; ‘Kurê we li Iraqê di girtîgehê de ye.’ Ez dixwazim kurê xwe bibînim. Dixwazim bînim vê derê.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.