Komxebata Yekrêziya Kurdî çêbû

Pêncşem 22 Gulan 2025 - 02:45

Komxebata “Yekrêziya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê” ku Navenda Firatê ya Lêkolînan li dar xist, bi rojeva mijarên rola Kurdan li Sûriyeyê û girîngiya yekîtiyê bi dawî bû.

Komxebata “Yekrêziya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê” li Baxçeyê Azadî yê Qamişloyê ku ji hêla Navenda Firatê ya Lêkolînan ve hatibû birêxistinkirin, bi dawî bû.

Di komxebatê de rewşenbîr, nivîskar, lêkolîner, wêjevan, rojnamevan û hunermendên Kurd, çalakvan, nûnerên ji partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) amade bûn.

Di komxebatê de mijarên “Girîngiya xurtkirina yekrêziya kurdî”, “Aliyê neteweyî yê belgenameya konferansa yekrêziya kurdî” û “Rola Kurdan li Sûriyeyê û vebijêrkên destûrî” hatin nîqaşkirin.

Piştî eşkerekirina bernameya komxebatê û axaftina hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, rûniştinên komxebatê dest pê kir.

Di komxebatê de li ser rola kurdan a li Sûriyeyê û vebijêrkên destûrî jî hat sekinandin. Her wiha mijara Aliyê neteweyî yê belgenameya konferansa yekrêziya Kurdî û Girîngiya xurtkirina yekrêziya kurdî jî hatin nîqaşkirin. 

Beşdaran xuya kir ku heke itîfaq di navbera Rêveberiya Xwesera û desthilata Şamê de çê bibin, divê bi misogeriyeke navneteweyî bên pêkanîn.

Komxebat bi belavkirina spasnameyan a li kesayetên ku cihê xwe di rûniştinan de girtibû, bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.