Em ê Kirmanckî bidin hezkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Gulan 2025 - 00:12

  • Endamê Meclisa Kirmanckî ya li Amedê hat avakirin, Hacî Ozkal diyar kir ku ew ê Kirmanckî bidin hezkirin û got: ”Em wekî zaza bi taybet li zaravayê xwe yê kirdî xwedî derkevin. Bila polîtîkayên ku dixwazin me wenda bikin, vala derkeve, bila xewnên neyaran pûç derkeve."

ROZA METÎNA / AMED 

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) li Amedê li Salona Konferansê Tahîr Elçî ya Baroya Amedê Meclîsa Kirmanckî îlan kir. Endamê meclisê Hacî Ozkal têkildarî armanc, girîngî û xebatên meclise nirxandin kir. Hacî Ozkal got: ”Em ê bikin ku kirdkî li her aliyê jiyanê bê axaftin, nivîsandin û xwendin.”

Hacî Ozkal di destpêkê de behsa girîngî û armanca damezrandina Meclîsê Kirdkî kir û wiha pê de çû: "Kirdkî di qadên jiyana xwe de bi rengên xwe nameşe. Kes zaza ye, lê ziman ya bûne tirkî yan jî kurmancî. Kîjan qad dibe bila bibe ferq nake, halê zazayan wisa ye. Me xwest, di her qadê de kirdkî bide hîskirin, bide hezkirin û ferqdayinekê çêkin. Yek; bila herkes bizanibe ku kirdkî heye, pê tê nivîsandin û tê xwendin. Du; devokên ku hene em ê van hevdu bihesînin û bila zazakîaxîv devokên hevdu fêhm bikin, berhemên ku hene bikaribe bixwînin û binivîsînin kû rastêya kirdkî derbikeve holê. Sê; di alî wêjeya kirdkî de çîrok, helbest, sitranên ku devkî hatine gotin wana em berhev bikin, roman an jî çîrokên van biweşînin û di nav gel de belav bikin. Em ê bi hewayeke cuda, bi nêzîkbûneke dilnimiz, bi şêwazeke zanist, bi rêya Meclisa Kirmanckî, bidin hezkirin. Em ê bikin ku kirdkî li her aliyê jiyanê bê axaftin, nivîsandin û xwendin.

Em ê xebatan xurt bikin 

Hacî Ozkal bal bir ser xebatên wê bikin û wiha dewam kir: "Em ê di binê banê vê meclîsê de li saziyên sîvîl û demokratîk bigerin. Em ê ji aliyekî meclisa xwe xurt bikin ji aliyekî jî xebatên xwe bi rêya komisyonan hîn xurt bikin. Em ê li gor hewcedariyê têkiliyên xwe û xebatan xurt bikin. Em ê li ser pirsgirêkên kurdî sempozyom, panel, konferans an jî foruman çêbikin. Ji bo alfabeyeke hevpar jî em ê bixebitin."

Em her derê bikin dibistan 

Hacî Ozkal da zanîn li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê divê ew hêza xwe bikin yek û wiha dewam kir:"Ji bo valaderxistina polîtîkayên asîmîlasyonê ger li gor zanabûneke bi netew, zanabûneke bi paradigmaya nû ya dema dawîyê em tevbigerin û şîyarîyeke xurt di nav zazayan de belav bikin wê demê dê talûkeya tunebûnê binpê bibe. Baweriya ku gel ser pêya dihêle, têkilîya ziman û nasnameyê ye. Her kuçe û kolanên xwe em bikin dibistan. Em her zarokên xwe bi reng û xemla kurdî perwerde bikin da ku pergal nikaribe bi ser ziman, çand û dêrunîya me de were û li gor xwe biguherîne. Ger kurdkî winda bibe û neyê parastin wê kurmancî jî tune bibe. Bersiveke xurt neyê dayin, zaraveyê kirdkî di demek nêz de wenda dibe. Loma em bi xwedîderketinê zimanê xwe xurt bikin."

Bila perwerde bi kurdî be 

Hacî Ozkal di heman demê de bal bir ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û wiha pê de çû:"Di roja îlankirina meclîsê de jî me got, kurd bi salan e diqîrin û bi dengê bilind dibêje; em kurd in, zimanê me kurdî ye, em ziman û nasnameya xwe dixwazin. Di makazagona berê ya 1924'an de em wek eyaletekê hatîbû pejirandin, li gor zanîna min têkilî jî bi kurdî bû. Pişt re ew makazagon guhertin û kurdî qedexe kirin û kurd jî wek tirk hate hesabkirin. Me di îlankirina meclîsa xwe de got û bi dubare em dibêjin; bila qanûnên ku di pêşîya perwerdehiya bi kurdî de astengiyê derdixin were guhertin û perwerdehiya zimanê zikmakî teqez di dema nêz de were dayin. Belê, sed sal heba bûn lê bila sed salên din heba nebin! "

Daxwazên ji bo pêşketina kirmanckî 

Hacî Ozkal ê bal bir ser daxwaz û pêşniyarên ji bo zaravayê kirmanckî wiha got:"Amûrên wek televizyon, kovar an jî rojname ji bo pêşketina zimanekî girîng in. Niha ev derfet ji bo kirdkî kêm in. Di rojnameyan de rûpelek an du rûpel ji bo kirdkî tê veqetandin. Di televizyonan de jî wekî bernameyek du bernameyan. Ev jî helbet têrê nakê. Ji bo zaravayê kurmancî ev derfet elbet hîn zêde ne. Em dixwazin televizyoneke kirdkî hebe û hîtabê kirdkîaxîvan bike, rojnameyeke kirdkî teqez hebe. Didu; wek komeleyeke kirdkî were damezrandin û li her deverê şaxên wê ava bibe. Sisê; Li şaredariyên di destên DEM Partiyê de ye divê ji bo kirdkî polîtîkayên pozîtîf ji xwe re esas bigirin, di şaredariyan de hînkirina kirdkî bidin pêş. Çar; cîhê ku tê de tenê zaza dijîn bila herdu hevserok zaza bin, deverên ku zaza û kurmanc bi hev re dijîn hem sazî, hem partî û hem jî di şaredariyan de hevserokek zaza hebe. Pênc; dema ku wekîl tên hilbijartin kontenjan ji bo zazakî were dayin û ew wekîl an jî wekîlan jî xwedî li kirdkî derkevin, axaftinên xwe bi kirdkî bixemlînin. Şeş; cîh û warên kû zaza tê de dijîn bila peywirdarên zaza bişînin wir ku axaftin an jî têkilî ser tirkî û kurmancî neçe."

Dev ji zimanê serdestan berdin 

Hacî Ozkal bi lêv kir ku encax bi têkoşînê xeyalên neyaran pûç bibin û wiha bi dawî kir:"Pêvajoya dawî li ser me xebatê ferz dike û zêdetir li ser zazayan ferz dike. Ez gelemperî ji bo me kurdan dibêjim ku; rêya têkoşînê em azadiyê xurtir bikin, cihê ku em tê de cîh digrin wek nivîskar, wek rêveber bila bi zimanê xwe axaftin, xebat were kirin û em saziyên xwe zindîtir bikin. Em saziyên xwe vekin û bidin şîxulandin, bila hundirê sazîyan têr û tije be. Bila di her warî de sazîyên me zimanê xwe pêş de bibe û dev ji zimanê serdestan berdin. Em wekî zaza bi taybet li zaravayê xwe yê kirdî xwedî derkevin. Bila polîtîkayên ku dixwazin me wenda bikin, vala derkeve, bila xewnên neyaran pûç derkeve."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.