Ji bo herêmê paşerojê ava dike

În 23 Gulan 2025 - 03:20

Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de Kongreya 12'emîn lidar xist û ragihand ku pirsgirêka Kurd ketiye ser rêya çareseriya bi siyaseta demokratîk, lewma PKK'ê mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye. Di çarçoveyê de ji dewleta Tirk tê hêvîkirin ku gavên şênber biavêje. Zanyarê siyasetê Dr. Hasan Kiliç mijar ji ANF'ê re nirxand.

Banga sedsalê ye

Hasan Kiliç anî ziman ku modernîteya kapîtalîst ji aliyê aborî-polîtîk, jeo-polîtîk, nirxên moralê û pîvanên ku hilberandiye xitimî ye, navendên modernîteya kapîtalîst bi xwe demeke dirêj e nîqaş dike ku êdî bi rewşa heyî nayê meşandin û got:"Modernîteya kapîtalîst dema ku ji bo avakirina nûbûnê tundî xiste dewrê, xwest Rojhilata Navîn weke laboratûwarekî bi kar bîne. Bûyerên ku piştî 7'ê Cotmehê li cografya Rojhilata Navîn qewimîn işaret bi wê rastiyê dikir ku sîstema berê hilweşiya ye û têkoşîna ji bo sîstema nû destpê kiriye. Piştî ku ev rastî dît, du rê derketin holê. Ya wê cografya Rojhilata Navîn û gelên wê wî kirasê ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve hatiye dirûtin lê belê lê nayê bi dehan salên din li xwe bikin, yan jî wê bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin. Di vê kêliyê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan dibe xwedî wateyeke mezin. Dema ku mirov bala xwe didin ser naveroka bangê, hingî dibîne ku qalê dike ku tecrûbe/pêvajoya dîrokî ya ji du cîhanan a weke şerê sar û reel sosyalîzmê li pişt maye û şert û mercên avabûn û pêşketina PKK'ê bi van pêvajoyên dîrokî yên cîhanê re vedibêje. Yanî tê destnîşankirin ku şert û mercên dîrokî-cîhanî yên ku PKK afirand ji holê rabûye û qonaxeke nû destpê kiriye. Lewma ji Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê; ji gelê Kurd re deriyê pêngaveke nû, rêyeke nû nîşan dide. Birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn paşerojeke civaka demokratîk pêşniyar dike. Yanî têkildarî paşeroja herêmê di navbera gelek pêşdîtinên weke 'Li Rojhilata Navîn dewamkirina rageşiyê ji bo ewlehiya Îsraîlê', 'Ji bo ewlehiya Îsraîlê avakirina pergaleke nû ya mêtingeriyê', 'Jinûve avakirina Osmaniya Nû' pêşdîtineke alternatîf a civaka demokratîk dide pêş. Bi wêrekî radixe pêş çavan ku her tiştên berê bi rengekî radîkal hildiweşe. Nîşan dide ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn eger bi lihevkirina demokratîk civaka demokratîk bê avakirin, wê gelên herêmê karibin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Berhemê aqlekî welê ye ku dixwaze ji niha ve paşerojê ava bike. Ji ber vê yekê jî di cih de ye ku ji vê bangê re bê gotin, Banga Sedsalê."

Ne dawî destpêkeke nû ye

Têkildarî biryara fesixkirina PKK'ê û dawîanîna li têkoşîna çekdarî jî Dr. Hasan Kiliç got:"Biryara fesixkirinê ku di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hate kirin, eger tenê li ser tundiyê bê nirxandin wê ev yek kêmasiyeke mezin be. Belê aliyê vî şerî, vê tundiyê heye. Lê belê têkoşîna ji bo sîstemeke piştî vî şerî bê avakirin, divê bi rengekî hîn berfireh bê nirxandin. Lewma di daxuyaniya têkildarî biryara fesixkirinê de tespîteke di cih de heye. Dibêje, ev dawî nîne, destpêkeke nû ye. Weke biryareke rast tê dîtin ku şert û mercên heyî rast nirxandine, li dora têkoşîneke demokratîk-sosyalîst û şoreşger dixwaze di nava pergala nû de cih bigire. Lewma bi gaveke zû ya ku bersivê dide konjoktura heyî perspektîfa ji bo paşerojê diafirîne."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.