Serketiyên pêşbaziyê xelatên xwe wergirtin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 22 Gulan 2025 - 00:37

Serketîyên Pêşbaziya Helbest û Çîrokan ku ji aliyê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Farqînê ve di çarçoveya Şahiyên Serê Gulanê de hate lidarxistin, di merasima ku li eywana konferansê ya şaredariyê hat lidarxistin de xelatên xwe wergirtin.

Hevşaredarên Farqînê Sevim Bîçîcî û Kadrî Esen, endamên Meclisa Şaredariyê, Hevserokên Navçeyê yên Partiya DEMê Mahfus Kizildûş û Melek Dolan û rêveberên partiya DEMê, Serokê Komeleya Farqîniyan Cemal Dogrul, endamên juriyê, pêşbaz û gelek welatî beşdarî merasimê bûn.

Di merasimê de Hevşaredar Kadrî Esen spasiya her kesê ku beşdarî organîzekirina pêşbirkê bûne kir û got: “Divê hemû şaredariyên bi têkoşînek mezin hatine qezenckirin ji bo pêşxistina ziman û çanda kurdî xebatên wiha bikin.”

Hevşaredar Sevîm Bîçîcî bi spasiya beşdaran dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ji ber mirina endamên meclisa şaredariyê yên kevn û rêhevalên wan gelek bername hatine betalkirin û got: “Me piraniya xebatên xwe bi kurdî kir û em ê bi kurdî berdewam bikin.”

Xelat hatin belavkirin

Xelat ji aliyê Hevşaredar Sevîm Bîçîcî, Kadrî Esen, Serokê Komeleya Farqîniyan Cemal Dogrul, Gerînendetiya Çand û Karên Civakî Halît Amaç û Hevserokên Navçeyê yên DEM Partiyê Mahfus Kizildûş û Melek Dolan ve hatin dayîn.

Di warê helbestê de jurî ji Mîna Acer, Rêdûr Dîcle, Elîxan Loran û di warê çîrokê de jî jurî ji Roza Metîna, Mihdî Perînçek û Hogir Berbir pêk dihat. Wan berhem nirxandin û biryar dan.

Beşdarên di pêşbirka helbestê de bi ser ketin ev in:

1emîn Enes Meçîn: “Evînên Ji Şîr-Şihitî”

Mansiyon lê wekî 2yemîn û 3’yemîn hat qebûl kirin:

2emîn Roza Budak: “Ji Bo Hêviyê Biqîrin”

3emîn Selîm Suna: “Fêra Rengîn”

Beşdarên di kategoriya çîrokan de xelat qezenc kirin ev in:

1emîn Arzu Demirpolat: “Dema Kulîlk Vebin”

2yemîn Yilmaz Gur: “Xelat a Xweda”

Mansiyon lê wekî 3yemîn hat qebûlkirin:

3yemîn Yakup Guler: “Zêrîn û Dilê Biharê: Çîrokek li Çiyayên Elbatê”

AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.