Ji bo Kurdî hincet naqedin!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 24 Gulan 2025 - 00:49

Şanoya Dewletê ya Wanê bi hinceta “Midûr guncav nabîne” eywan neda lîstika bi Kurdî ya "Ma diz yek e!" 

Koma Şanoyê ya Nûpeldayê ji bo lîstika xwe ya bi Kurdî ya “Ma diz yek e!" pêşkeş bike, di 28’ê Sibatê de ji Midûriyeta Şanoya Dewletê ya Wanê daxwaza eywanê kir. Koma şanoyê, ji midûriyetê re got ku di 6, 7 an jî 8’ê Nîsanê de kîjan roj guncav be dikarin lîstika xwe pêşkeş bikin. Midûriyetê jî ev daxwaz neyînî bersivand. Li ser vê yekê, komê di 27’ê Adarê de dîsa serlêdan kir. Vê carê jî ji bo 4, 5 û 6’ê Nîsanê daxwaza eywanê kir. Îcar jî bersiva “eywan guncav nîne” dan koma şanoyê. 

Ji endamên koma şanoyê parêzer Alî Şapkaci, diyar kir ku îdareyê “berpirsyartiya xwe ya bêalîtiyê” winda kiriye û got: “Peywira saziyên mîna vê ew e ku piştgiriyê bidin hunermend û hunerê. Karê wan ne ew e ku ji ber ziman û naveroka wê asteng bikin. Li bajarên din jî li dijî lîstikên şanoyê yên Kurdî heman astengî hatin darxistin. Ev rewş tesadûfî nîne. Ev yek nîşaneya helwesta cihêkar a sîstematîk a li dijî Kurdî ye. Ne bi zexta ser Kurdî, bi bêhtir xuyanîkirina wê hûn dikarin ji vî welatî re sûdewer bin.” 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.