Kemendî; xezîneyeke dewlemend û hunerî

Nûçeyên Çand/Huner

În 23 Gulan 2025 - 00:40

Di sala 1952’yan de li taxa Cewarawe ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê zarokek ji dayîk dibe, zarokek yê taxê xebera hatina dinê ya dayîkbûna wî zarokî digihîne Eliyê Bilûrvan, ew jî navê Ebas li wî zarokî dike.

Elîyê Bilûrvan (Elî Şimşaljen) li nava bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê kesek dengxweş û bilûrvanek jêhatîbû. Lê karê sereke yê binemala wan karê qesabtî bû.

Bavê Ebas ji aliyê birayekî xwe ve li nava dikana qesabtiyê de tê kuştin, ji wê û pêve jiyanek zehmet û bi tirs ji bo Ebas destpê dike. Ebas temenê wî sê salî bû, bi alîkariya dayîka xwe ji êrişa bi kêrê ya mamê wî tê rizgarkirin.

Ebas ji ber piştgirî û mihrebaniya dayîka xwe dibe Ebas Kemendî ku Kurd şanaziyê pê bikin. Ebas Kemendî di axaftinek xwe de dibêje; “Neku ez ji bo wê çendê mezin bûm daku tola babê xwe hilînim, ez hatim çewisandin zilm li man hat kirin û biryar bû ez sax nemînim, lê ez mam.”

Kemendî hîn di temenê zaroktî de li gel dayîka xwe diçe hemama mezin a bajarê Sine, li wê derê dîmenê jinên li nava hemamê de jêre dibe yekem tablo û li ser lewheyekê dinexşîne. Li wê derê jêhatîbûna Kemendî derdikeve pêş. Kemendî di temenê 14 saliyê de dest bi xwendin û nivîsînê dike, di temenê 15 saliyê de yekem helbesta xwe dinivîse. Wênevanî, helbest û çîrok dibin esasê hunermendbûna wî. Hîn temenê wî 17 sal bû, dema çîroka ‘Şewbû û Heme Şiwan’ di nivîse, di temenê 18 saiyê de di pêşbirkekê de xelata çîroka herî baş werdigre.

Navendeke girîng; Radyoya Sine

Kemendî li malê wêneyan xêz dikir û helbestan di nivîsand, li derve jî diçû Radyoya Sine û li wê dest bi karê dublajê dike. Radyoya Sine dibe navendek giring ji bo nîşandana berhem û kêrhatinên wî. Di temenê 18 saliyê de li Radyoya Sine du stranan tomar dike. Lê ji ber li gorî wî ew ne di asta tê xwestin de ye, wan stranan belav nake. Piştre li gel Şehên Talebanî ku cîrana wê bû, yekem strana bi navê ‘Sebrî’ li Radyoya Sine tomar dike, ev stran li her çar parçên Kurdistanê deng vedide û heta niha jî li ser zimanê xelkê tê gotin.

Kesayeteke pirhêlî û berhemdar

Di 22’ê Gulana 2014’an de Hunermendê Kurd Ebas Kemendî ji ber pençeşêra xwînê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê û li warê xwe koça dawî kir. Li Goristana Asawle ya Sineyê hate veşartin. Ebas Kemendî di temenê 20 salî de li Kurdistanê bi awaz û stranên xwe hat naskirin, sê albûmên bi navên ‘Hewraman, Pirşend û Gelawêj’ li gel Koma Mûzîkê ya Kamkaran tomar dike. Albûma wî ya dawî jî ‘Kîjî Ladê’ bû.

Ebas Kemendî 97 tabloyan xêz kirye, 130 helbest û 6 romanan nivîsandiye. 30 kurte film û filmên dirêj li gel 150 stranên wî heye. Çîroknivîs û romanivîs bû. Di heman demê de lîstikvan, derhêner, sînemakar û senarîstê şano û dramayan bû. Her wiha pêşkêşvanê bernameyên radyo û televizyonî jî dikir.

Di temenê 22 salî de zewicî û bû bavê kurek û du keçan bû.

Kemendî sibeha 22’ê Gulana 2014’an de di temenê 62 salî de ji ber nexweşiya pençeşêra xwînê û rawestina dil koça dawî kir. Ebas Kemendî li Goristana Asawle ye Sine hat veşartin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.