Ji Kongreya PKK’ê ya dîrokî – 2
Pêncşem 22 Gulan 2025 - 03:55
- Kongreya 12'emîn a PKK'ê veguherî manîfestoya berxwedan, fikir û dilsoziya bi Rêbertiyê re. Ev kongreya dîrokî ya bi ruhê gerîlatiyê re lêhûr bûye, bi baweriya bêdawî ya bi xeta heqîqeta Rêber Apo re deriyê demeke nû vekir.
Kongreya PKK'ê ya 12’emîn 5’ê Gulanê dest pê kir. Axaftina vekirinê li salona ez lê bûm ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ve hat kirin. Destpêkê hinek agahî dan delegeyan.
Piştre jî got: “Di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê de bi awayekî paralel em li du cihên cuda du kongreyan kom dikin. Em ê li vir weke qada leşkerî ango aliyê Behdînanê Kongreya PKK'ê ya 12’emîn li dar bixin. Beşeke rêxistina me jî li cihekî din kongreyê li dar dixe. Em ê piştre encamên her du kongreyan kom bikin û wisa ji raya giştî re ragihînin. Tam beriya 20 salan, dîsa di heyva Nîsanê de li ser daxwaza Serok Apo me PKK ji nû ve avakir. Piştî 20 salan dîsa li ser daxwaza Serok Apo em kom bûn, bawerim wê heval biryarên pêwîst bidin…”
Birêxistinkirina kongreyê gelekî baş bû. Ji dîzayna wekhev a salonan bigirin heta peyv bi peyv wekhevbûna sloganan, wêneyên şehîdan… Li Çiyayên Kurdistanê, li lûtkeyên bilind, bi organîzasyoneke tekûz, weke rojnamevanan me nîqaşên kûr û germ şopandin.
Di salona kongreyê de yek ji taybetmendiyên kongreyê ya ku herî zêde bala mirov dikişand jî pêkhateya kongreyê ya ciwan bû. Tevgereke 52 salî, kongreyeke dîrokî bike, lê piranî ciwan bin, bawer im ev jî nîşane û peyameke girîng e: Xeta Apogerî kariye 4-5 nivşên xwe biafirîne.
Xaleke din ku divê binê wê were xêzkirin jî ew bû ku, mijarên fesixkirina PKK'ê û dawî li rêbaza çekdarî anîn, krîtîk bûn. Li gel ku bi yek deng û helwestê hemû mîlîtanan girêdan û baweriya xwe ya bi Rêber Apo re dianîn ziman jî, qebûlkirina her du mijaran jî zehmet bû.
Piştî kongreyê dest pê kir, me dît ku moral û motîvasyona gerîlayan pir bilind bû. Dengê çepikan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” bilind bû. Coş û kelecana delegeyên kongreyê tunêla şer hejand.
Beriya ku kongre bi awayekî fermî dest pê bike jî xwendin, nîqaş û lêhûrbûn dihatin kirin. Ji vî alî ve amadekariyeke zîhnî hatibû kirin, zelalî pêk hatibû. Ji bo wê jî di fermiyeta kongreyê de bi qasî 40 delegeyan nêrînên xwe diyar kirin.
Di esasan de, li ser helwesta Rêber Apo yekbûn û hevgirtineke xurt hebû, lê di gelek mijaran de jî nîqaşên hişk hatin meşandin. Herî dawî Mûrat Karayilan jî neçar ma hinek nirxandinên delegeyan sererast bike.
Hinek heval ji tunêlên şer hatibûn û tevlî kongrê bûbûn. Peyamên berxwedêran parve kirin, nêrîn û hestên xwe jî îfade kirin…
ANF/CIWAN TÛNÇ/NAVENDA NÛÇEYAN