Ji bo jiyana hevpar têdikoşin

Şemî 24 Gulan 2025 - 03:50

  • Têkoşîn Cûdî:"Weke milîtanên Rêber Apo em ê ji bo avakirina jiyaneke hevpar a gelan têkoşîna xwe dewam bikin." Cemal Amed:’’Pêngava dîrokî ya Rêber Apo bi feraseteke nû ya sosyalîst hemû mirovahiyê bi gelê Kurdistanê re digihîne hev.’’

Ji delegeyên kongreyê Têkoşîn Cûdî têkildarî Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê nirxandin kir û wiha got:"Ez di serî de silav, rêz, hezkirin û bêrîkirinên xwe yên pir mezin ji bo Rêber Apo dişînim û Kongreya 12’an a PKK’ê li Rêber Apo pîroz dikim. Bi heman boneyê jî di şexsê heval Fuat, heval Riza û pêşengê pêvajoya Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Hemû gelê xwe yê welatparêz û azadîxwaz silav dikim.

PKK di tarîtiyê de bû roniyek û ket nava dilê her kesê. 52 salan bê hempa jiyan kir. Şerên gelek dijwar hatin derbaskirin. Gelek şehadet hatin jiyankirin. Gelek berdêlên giran hatin dayîn. Evane hem ji bo civakê hem jî ji bo armanca azadkirina civakê, xwedî wateyek cuda bû û li ser rêya heqîqetê ev têkoşîn hate meşandin. Rêbertî 52 salan bêyî rawestan ji bo guhertin-veguhertina kesayet, hişmendî, ji bo ku di civakê de wijdan were avakirin, ji bo ku li nirxan xwedî derketin çêbibe, ji bo jiyaneke nû ji bo gel ji pencên faşîzmê were rizgarkirin, têkoşîneke bêhempa da meşandin û di roja me ya îro de bi pêşengtiya Rêber Apo ev têkoşîn berdewam dike. Em dikarin vê bêjin, cudahiya PKK’ê ya ji hemû şoreşan yek jî ev bû. Artêşbûn û partîbûna jin hate avakirin. Bi pêşengtiya jin civakbûn tê sazkirin. PKK ruheke ku ti carî naqede. Şêweyê jiyanê ye. PKK çand e, çanda jiyankirinê ye, hunerek e û bê wesfe, mirov nikare wesfekî cudatir li PKK’ê bike. Rêbertî bi avakirina PKK’ê çanda jin jinûve zindî kir. Ji Mizgînan destpê kir, bi Delîlayan, bi Berçeman di PKK’ê de hem bi ruhê xwe yê hunerî, hem bi dengê xwe, hem bi rengê xwe, hem bi têkoşîna çekdarî lûtkeyek ava kirin. Ji vir û şûnde jî divê ronahiya ku Rêbertî ava kirî, em li her devera cîhanê belav bikin, weke kevneşopiyekê em bikarin civaka Aştî û Demokrasiyê ava bikin û di heman demê de xweza, beden, têkoşîn û civaka xwe ji hemû qirêjiyên heyî rizgar bikin."

Ji bo şoreşeke nû ya herêmî

Ji delegeyên kongreyê Cemal Amed jî wiha got:"Destpêkirina têkoşîneke nû li ser têkoşîna 52 salan ji aliyê Rêber Apo ve tê kirin, ku di dîrokê de ti şoreşan nekariye vê bike. Hêman û esasê vê kongreyê ew e ku li ser nirxên azadiyê yên ku bi xwe afirandiye, bi nêzîkatiyeke dûrî desthilatdarî û serweriyê fikrê azadiyê, jiyana azad kûr bike, timî di nava têkoşînê de be û xeta azadiya jinê bike xeta azadiyê ya tevahiya gelên herêmê. Hemû hevalên ku beşdarî kongreyê bûn xwedî wê îdîa û biryardariyê bûn ku li ser têkoşîna 52 salan a rastiya rêbertî dest bi pêvajoyeke nû ya têkoşînê bike, têkoşîna ji bo azadiyê timî ji xwe re bike esas, kûrahiya fikrê azadiyê yê Rêber Apo pêk bîne. Bidawîkirina têkoşîna bi rêbaza PKK'ê û destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê, ji ber bidawîbûna hestewariyek afirandibe jî ji ber destpêka nû, pêngava dîrokî ya Rêber Apo, pêngava şoreşgerî ya bi 27'ê Sibatê re destpê kir, pêngava ku bi feraseteke nû ya sosyalîst hemû mirovahiyê bi gelê Kurdistanê re digihîne hev bêguman berpirsyarî, hest, coş, moral û biryardariyê jî diafirîne. Têkoşîna 52 salan bi rengekî hîn bi heybet dike destpêka têkoşîneke nû ya mirovahiyê. Ev yek bingeha kongreya me bû, biryardariya hemû hevrêyên li vê derê bû. Her wiha di vê kongreyê de şehadeta hevalê Fûat û hevalê Riza hate ragihandin. Ruhê bingehîn ê kongreyê ew bû ku di şexsê herdu hevalan, şehîdên leheng ên têkoşîna 52 salan em bi bîr anî, bi dilsoziya bi şehîdan re gihîşt wê astê ku têkoşîna 52 salan bi têkoşîneke nû tacîdar bike. Lewma destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê li ser bingeha têkoşîna 52 salan, bi fêhmkirina rastiya Rêbertî, şehîdan û gelê me dibe, ku ev yek jî esasê kongreya me ya 12'emîn bû. Bi qasî rûmeta vê pêvajoya dîrokî, her wiha em xwedî berpirsyariyeke mezin in. Ez ê bi giraniya vê berpirsyariyê nêzî pêvajoya ji niha û pê ve bibim."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.