Gava jidiliyê azadiya Ocalan e!

În 23 Gulan 2025 - 03:35

12’emîn Kongreya PKK’ê ya piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’ hate lidarxistin, biryarên dîrokî girtin. Bi van biryaran hem nîqaşên têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derbasî qonaxeke din bûn û hem jî di qada navneteweyî de gelekî deng veda. Biryarên kongreyê weke ku wê pêşiya pêvajoya çareseriyê vekin, xuya dikin û bi taybetî jî di serî de Ewropa ji gelek derdorên navneteweyî yên cuda daxuyaniyên piştgiriyê hatin dayîn. Yek ji piştevanê kampanyaya ‘’Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’’ ya gerdûnî û dewam dike û  siyasetmedarê Swîseyî yê navdar Remy Pagani têkildarî mijarê axivî.

PKK’ê gaveke dîrokî avêt

Remy Pagani di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê gavên dîrokî yên ber bi aştiyê ve ne û got:’’Bi min biryarên kongreyê, gaveke ber bi aştiyê ve û pireke di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de ye. Hê nediyar e bê ka Erdogan wê têkildarî naskirina gelê Kurd gavan biavêje yan na. 

Ev pêvajo, ji aliyê Ocalan û PKK’ê ve hate destpêkirin lê belê divê muxatabên resen Erdogan û  Meclîsa Tirkiyeyê jî daxilî vê pêvajoyê bibin. Tişta ku dikeve berê Parlamenta Tirk û Erdogan ew e ku divê destê PKK’ê dirêj kiriye, bigire û bêyî ku zextê li gelê Kurd bike û weke gelekî qebûl bike û ji bo çareseriyê û aşitiyê bixebite.’’

Şertê esasî demokratîkbûn e

Pagani destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewleta Tirk demokratîk bibe û got:’’Xala herî girîng a pêvajoyê divê demokratîkbûyîn be. Gelo bi rastî jî wê Tirkiye bibe dewleteke demokratîk, Erdogan û dewleta Tirk biguherin? Divê em li bendê bin. Nabe ku em li welatekî ku siyasetmedar hê jî tên rehîngirtin, hizra demokrasiyeke rastîn bikin. Girtina kesên hatine hilbijartin mijareke gelekî cidî ye. Nayê qebûlkirin ku şaredar û welatiyên ku bi awayekî rewa û yasayî hatine hilbijartin werin girtin û yan jî li şûna wan qeyûm werin tayînkirin. Tu eleqeya vê rewşê bi demokrasiyê re tune ye. Bi rastî jî ev dîktatoriyek e. Ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Erdogan dest bi lêgerînên demokrasiyê bike.’’

Divê mafên Kurdan misoger bin

Pagani piştre bal kişand ser giringiya ji bo serketina pêvajoyê misogerkirina mafên bingehîn ên gelê Kurd û got:’’Naskirina mafên bingehîn ên gelê Kurd divê sereketirîn mijara vê pêvajoyê be. Bi nimûne em niha li herêma Swîsreyê ya ku lê bi Fransî tê axaftin, dimînin lê belê li Swîsreyê herêmeke ku lê bes bi Elmanî tê axaftin heye û nayê qebûlkirin ku Swîsreyîyên bi Fransî diaxivin ji ber hebûna xwe rastî zextê werin. Lê belê qedexeya li ser gelê Kurd tam jî ev e. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe be. Ev şertê sereke yê hemû demokrasiyan e.’’

Divê Ocalan bê berdan

Remy Pagani da zanîn ku  yek ji pêşşertê serketina pêvajoyê yê girîng azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û got:"Divê pêşşertê muzakereyê serbestberdana Abdullah Ocalan be. Girêdayî biryarên PKK’ê yên şênber divê pêngava yekem serbestberdana Abdullah Ocalan be. Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, wê bibe nîşaneya muzakereyeke cidî ya ku Erdogan û dewleta Tirk ku bi rastî jî dixwazin aşitî pêk were. Divê dewleta Tirk bi awayekî cidî li nêzî pêvajoyê bibe, pêngavan biavêje û divê ev pêngava yekem jî serbestberdana Abdullah Ocalan be.’’

Metirsiyên çekdanînê jî hene

Remy Pagani anî ziman ku li gel çekberdana tevgereke ku têkoşîna azadiyê dimeşîne hin metîrsî jî rû didin û got:"Ji bo piştgiriya pêvajoya çekdanîna FARC’ê ya li Kolombiyayê ez jî çûm. Girêdayî sozên hatin dayîn, bi rastî jî hemû gerîlayên FARC’ê çekên xwe berdan. Lê belê bi pêvajoyê re hate fêmkirin ku hikûmetê sozên xwe bi cih neanîn. Bi vî awayî beşeke FARC’ê dubare berê xwe da têkoşîna çekdarî. Ji ber vê yekê ez di wê hizrê de me ku  di rewşên wiha de pêvajoyên aşitiyê gelekî tevlihev in. Em tim bi metirsiyê re rû bi rû ne. Ji bo pêkhatina aşitiyê divê her du alî jî hewl bidin û bixebitin."

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.