Desteya Çand û Şûnwaran, îro (24’ê Gulan) Mîhrîcana 1’emîn a Wêjeyî ya Firatê li hola Navenda Çand û Hunerê ya kantona Reqayê dest pê dike û 3 rojan didome.
Di mîhrîcanê wê gelek çalakiyên çandî û wêjeyî; wekî kurteçîrok, helbest û roman werin pêşkêşkirin, her wiha wê wêjevan, helbestvan û rewşenbîrên ji tevahî bajar û herêmên Sûriyeyê beşdar bibin. Ev gav bi armanca vejandina tevgera çandê ya li herêmê û xurtkirina peywendiya di navbera helbestvan, nivîskar û afirîneriyan de ye.
Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Rêveber a kantonê Lîlav Xelîl got: "Bi sponseriya desteyê wê Mîhrîcana 1’emîn a Wêjeyî ya Firatê bi diruşma "Ximava Sûriyeyî ya ji bo aştiyê" li dar bikeve û 3 rojan li ber xwe bide."
Armanc vejandina çandê ye
Lîlav wiha domand: "Wê di mîhrîcanê de wêjevanên ji tevahî bajarên Sûriyeyê beşdar bibin. Di mîhrîcanê de wê helbest, kurteçîrok û çalakiyên dîn mîna pêşkêşkirina şanoyan, dîlanên hunerên gelêrî, stran werin pêşkêşkirin. Di heman demê de wê di roja yekê de mîhrîcana pirtûkan jî were vekirin."
Der barê armanca li darxistin mîhrîcanê de Lîlavê got: "Armanc ew e ku tevgera çandê ya giştî û ya li kantona Reqayê were vejandin, peywendiya di nava wêjevanên mezin ji helbestvan, nivîskar û rexengirên ji tevahî civaka Sûriyeyê were xurtkirin. Armanca duyemîn jî, ji Reqayê, bajarê çandê û paytexta kurteçîrokan, her wiha bajarê Ebduselam El Icêlî û Îbrahîm El Xelîl, Fewziye El Mirî, Mistefa El Bilêbil û hwd ve peyameke aştiyê bidin."
Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran a kantona Reqayê Lîlav Xelîl di dawiya gotinên xwe de got: "Em bi rêya vê mîhrîcanê peyamek aştiyê ji gelê mezin ê Sûriyeyê re dişînin, ku pirrengiya mozaîka Sûriyeyê nîşan dide ku tabloyeke mozaîkî ya xweşik ava dike."
ANHA/REQA