Garantiya serkeftinê Ocalan e

În 23 Gulan 2025 - 03:25

Wezîrê Avedaniyê yê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm derbarê pêvajoya aştiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê de axivî. Dana Ebdulkerîm di destpêka axaftina xwe de da diyarkirin ku bi dehan sale gelê Kurdistanê bi giştî di nava hewldanan de ye da ku mafên xwe bidest bixe û got:“Ev pêvajoya aştiyê ku hatiye destpêkirin di xizmeta gelê Kurdistanê de ye. Ez piştrastim ku PKK’ê di çarçoveya berjewendiyên giştî Kurdistanê de wê biryarê di kongreya xwe ya 12’an de daye. Wê biryar tenê bandor li ser Bakur neke, di heman demê de wê ji bo Kurdan rê veke da ku bikarin bi awayek bihêztir daxwaza mafên xwe bikin. Li Tirkiyeyê du pêkhateyên sereke hene, ew jî Kurd û Tirk in. Ger xwesteka pêşketin û demokratîkbûnê li Tirkiyeyê hebe, pêwîste Kurd û Tirk bihevre wî welatî birêve bibin.” Her wiha Dana Ebdulkerîm da zanîn ku ji bo rola Kurdan li Tirkiyeyê bihêz bibe, divê yasayên berê werin betalkirin ji ber ku ew yasa cûdakariyê çêkiriye û li şûna wan de yasayên nû bên danîn. Di dawiyê de jî Wezîrê Avedaniyê yê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm got:“Garantiya serkeftina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê birêz Ocalan e.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.