- Xwediya Xelata Nobelê ya Wêjeyê Annie Ernaux da zanîn ku li hember jenosîda li Xezeyê hestek di dilê wê de kûr dibe. Li gor daxuyaniya nivîskarê ev hesta ku dilê wê de kûr dibe berpirsyariyekê dixe ser milê wê lê ew pirr acize ku nikare tiştek bike!
Xwediya Xelata Nobelê ya Wêjeyê Annie Ernaux, di 4ê Hezîrana 2025an de, di bernameya televîzyonê ya Fransayê “La Grande Librairie” di beşa “Droit dans les yeux” de, derbarê rewşa Xezeyê de daxuyaniyeke bi hêz da.
Ernaux, ku tundiya li Xezeyê wekî jenosîd binav kir, wiha got: “Bi mehan e di dilê min de hestek mezin dibe: her roj, bi mezinbûna wê hestê, wêneyên ku rojnamevanên li Gazzeyê jiyana xwe dixin talûkeyê û digirin temaşe dikim.
Dibistanên qulbûyî, avahî, nexweşxane, zarokên ku mirine an seqet mane, xelkê ku ji bombeyan direve. Hestek heye ku divê ez tiştekî bikim lê ez nakim. Hestek ku çalakiya nivîsandinê bêqîmet û heta tirsonek dike. Min bi wî awayî dinivîsand mîna ku min ew wêneyên tirsnak nedîtibin. Min bi wî awayî dinivîsand mîna ku hay ji berxwedana xelkên Xezayê ya ji bo mirinê tine bim. Ji ber ku ji bo wan, rastî êdî ne jiyan e, mirin e.”
Annie Ernaux di daxuyaniya xwe de her wiha van gotinên balkêş jî bikar anî: “Ger mafên mirovan û maneyeke exlaqê hebe, Xeze ew cihe ku divê ev tişt li wir nemirin û tim li ser lingan bimînin.”
300 nivîskar gotibûn ‘jenosîd’ e
Annie Ernaux, di heman demê de bi xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê Jean-Marie Gustave Le Clézio re, di 27ê Gulana 2025an de di rojnameya Libérationê de belavkirî daxuyaniyekê îmze kiribû. Bi giştî 300 nivîskarên Frankofon vê daxuyaniyê îmze kiribûn.
Di daxuyaniyê de nivîskaran wiha gotibû: “Pirr girîng e ku tawanên li dijî sivîlan ên di 7ê Cotmeha 2023an de wekî tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê bêne binavkirin. Îro jî binavkirina jenosîdê pêwîst e.” Nivîskaran di daxuyaniya xwe de wiha domandibû: “Ji her demê zêdetir em daxwaz dikin ku dewleta Îsraîlê bê cezakirin, em bangî agirbesteke lezgîn dikin ku ewlehî û dadweriya Filistîniyan misoger bike, serbestberdana rehîneyên Îsraîlî, serbestberdana bi hezaran girtiyên Filistînî yên ku bi awayekî keyfî di zindanên Îsraîlê de têne girtin û rawestandina vê jenosîdê ya tavilê misoger bike.” Sala buhirî, bi sedan hunermendên navdar, ku di nav wan de gelek wêjevanên cîhanî hebûn, ji ber operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li Xazeyê, bangî boykotkirina weşangerên Îsraîlî kiribûn.
Annie Ernaux kî ye?
Annie Ernaux, di sala 1940î de li bajarê Lillebonne yê Fransayê, di malbateke çîna karker de ji dayik bû. Di tevahiya jiyana xwe de bû nivîskarek ku hem li bîra kesane hem jî ya civakî guhdarî kir. Piştî perwerdeya wêjeyê, bi salan mamostetî kir û di sala 1974an de bi romana xwe ya yekem Les Armoires vides (Dolabên Vala) dest bi nivîsandinê kir. Ji vê romanê û şûnde, wê xeta wêjeyî ya otobiyografîk ku jiyana wê bi xwe di navendê de bû, pejirand.
Di sala 1984an de romana wê ya duyem La Place (Cihê Bavê Min), Xelata Wêjeyê ya Renaudot jê re anî. Ev berhem, têkiliya nivîskarê bi bavê xwe re û veguherîna çînî ya li bajaroka wê ya zaroktiyê bi zimanekî bi bandor û nêrîneke kesane ya kûr vegotibû. Ernaux, di hemû berhemên xwe de ne tenê xwe vegot; wê serpêhatiyên kesane bi tiştên civakî re anîn gel hev. Wê pirsgirêkên wekî veguherîna çînî, nasnameya jinê, zayendî, kurtaj, zewac, nexweşî, kalîtî û mirinê bi serpêhatiyên xwe lêkolîn kir, û bi vê yekê deriyên bîra kesane ber bi bîra kolektîf ve vekir.
Nivîskareke bi cesaret
Berhemên Annie Ernaux di wêjeya Fransî de gelek xelatên girîng wergirtin; di nav wan de Xelata Zimanê Fransî û Xelata Marguerite Yourcenar jî hene. Di sala 2011an de, hema hema hemû berhemên wê yên heta wê demê di çarçoveya rêzenivîsa Quarto ya weşana navdar Gallimardê de hatin komkirin — ew yekem jin bû ku di vê rêzê de cih girt, ku ev jî di dîroka wêjeyê de bûyereke girîng bû. Di sala 2014an de, ji aliyê Zanîngeha Cergy-Pontoise ve bi pênaseya doktoraya rûmetê hate xelatkirin. Di Cotmeha 2022an de jî, Annie Ernaux Xelata Nobelê ya Wêjeyê wergirt. Akademiya Swêdê ev xelat ji ber “wê bi cesaret û bi zelalîya klînîkî kokên bîra kesane, biyanîbûnên wê û sînorkirinên kolektîf eşkere kir” da wê. Hemû pirtûkên nivîskarê li Tirkiyeyê ji aliyê Weşanxaneya Can ve têne weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN