Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê yê kantona Firatê, bi dirûşmeya “Bi rihê çand û hunera demokratîk emê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin” konserek organîze kir. Di konserê de şêniyên Kantona Firatê amade bûn.
Di konserê de endamê Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê Ferhad Elûş axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê cîhanê vîn û hêze û wiha got: “Rêber Apo ji bo tevahî gelê Rojhilatra Navîn raman û felsefeya xwe pêşkêş kir. Divê em jî xwedî li raman û felsefeya wî derkevin û hîna zêdetir ramanên wî belav bikin.”
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Şevîn Ehmed diyar kir ku tovên ku Rêber Abdullah Ocalan çandî, îro ew li tevahî cîhanê belav bûye û wiha got: “Pêngava ku Rêber Apo ji bo cîhanê daye destpêkirin, îro bi wê pêngavê, raman û felsefeya Rêbertî dewam dike. Emê bi ruhê wê pêngavê û berxwedanê bigihêjin serkeftinê.”
Piştî axaftinan li ser jiyan û banga Rêber Abdullah Ocalan sînevîzyonek hat pêşandan. Piştî pêşandana sînevîzyonê stranên hunerî hatin pêşkêşkirin û li ber stranan dîlan hat gerandin. Konser bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Berxwedan Jiyane”, “Jin, Jiyan, Azadî” bidawî bû.
ROJNEWS