Tembûr; azadiya jinên Kirmanşanê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 12 Hezîran 2025 - 00:20

  • Jinên ku di quntarên çiyayê Kirmanşanê de di nava xwezayê de dijîn, tevî zextên feraseta mêr, li tembûrê didin û li dijî tepisandinê dengê xwe bilind dikin. Erê, çima tembûr ji bo gelek jinên Kirmanşanê bûye sembola azadiyê? 

NESÎM EHMEDÎ / NÛJINHA / KIRMANŞAN

Jinan ji dîrokê ve avêtine aliyên tarî û nayên dîtin. Hemû tiştên ku ji bo wan hinek jî azadî û hêzê pêk bînin, lê hatine qedexekirin. Tenê erkek jinan heye ew jî xizmetkirin û îtaatkirin e! Hemû tiştên ku ji derveyî malê dikin, divê bîne halê ku ji jinan re guncaw û di nava sînorên ku mêr jê re diyar kirine de bin. Jin tenê dikare bibe jina malê, hevjîn û dayîk. Hemû xebat li gorî vê yekê tê plankirin. Li gorî nêrînên mêran, tu mafê jinê ji derveyî erkên jê re hatine diyarkirin bike tuneye. Hinek caran destûr tê dayîn ku karên wek dirûtin, kuaforiyê bikin. Ji ber ku di van karan de jin di qadek girtî de tenê têkilî bi jinên din re datînin, ji ber vê jî ev jî xizmetek ji bo jinan e û ji bo jinê serxwebûna aborî û statuya civakê nade qezenckirin. Niha bifikirin ku jinek ji nişka ve karek dike. Karek ku ne xizmetê ji mêr re dike, ne jî karek ku ji bo jinê hatiye diyarkirin. Berevajî ev xebat nasnameya kes û nirxê kes dide qezenckirin. Ew kar jî bûyîna xwedî enstruman, lêdana wê ye.

Pergala mêrsalar, dixwaze hemû tiştên ku jin dikin ji bo mêran encamek bi xwe re bîne. Xwarin çêkirin mêran têr dike, zayîn nifşan didomîne, astengkirina serxwebûna aboriyê serî bi jinan dide tewandin. Lê belê jinek ku fêrî muzîkê bûye û ensturmanekê lê dide, ji bo mêran dibe ku gefek cidî be. Ji ber xebat tenê qîmet bi jinê dide qezenckirin, tu sûdek wê ji bo mêran nîne.

‘Kes nikare tembûrê ji destê me bigire!’

Sahar Moganpanah pêvajoya xwe ya fêrbûna tembûrê wiha anî ziman: “Piştî erdheja 2017’an a Kirmanşanê, komek tembûrê ya mêr û jinan hat gundê me û dest bi lêdana tembûrê kirin. Cara yekem bû min jê nêz de dît ku jinekê ensturman girtiye destê xwe û lê dide. Min her wisan dizanî ku tenê jinên dewlemend û ji malbatên bi kok dikarin ensturman lê bidin û muzîkê çêkin. Wê kêliyê rondik ji çavên min barîn. Ev rondik ji ber bandora kûr bû. Piştî konserê ez bûm havalê wê keçkê û tevî ku malbata min bû asteng jî bi rêya wê min ev tembûr girt. Ji salekê kêmtir ez fêrî lêdanê bûm. Destpêkê min gelek zorî kişand, mirov li dû min gelek axivîn. Lê belê bi demê re keçên din ên gund jî beşdarî min bûn û wan jî xwestin fêr bibin. Mirovan jî bi demê re eleqe nîşan da, heta mêr jî temaşeyî konserên me dikin. Niha li gundê me min tembûr fêrî bi dehan keçan kir. Bi saya wê me bi hev re kombûnek ava kir. Ger bi peyvekê behsa tembûrê bikim; Tiştê ku di vî gundî de em xwedî ne û kes nikare ji destê me bigre ye.”

Şoreşa xwe pêk anîne

Ev keçikên ku li gund dijîn bi fêrbûna tembûrê şoreşekê pêk anîne di jiyana xwe de. Her wiha li hember pîvanên ku mêran li wan ferz kiriye jî sekneke bêhempa ye ev hewldana wan a ji muzîkê. Gava ew ji dervayî karên malê li hev kom dibin dibe destpêkek ji bo guherîna wan a di civakê de jî.

Guherîn bi faktorên dervayî çêdibin

Aktivîsta civakî Cemîle Moşirzade wiha dibêje: “Di nava salan de dema ez li herêmên cûda dixebitîm min ev tişt ferq kir; gelek guherîn ancax bi faktorên derveyî destpê dikin. Mirov ji guherînên xwe ditirsin. Hatina keçek a ji bo gund û lêdana tembûrê, di heman demê de qedexeyên li ser jinan jî radike. Bi saya wê bandora derve, gelê herêmê bi tirsek hê kêmtir dikare wê guherînê bişopîne. Ger Sahar yekem kesa ku perwerdeya tembûrê bide bûya, ji ber zexta civakê wê ji zû de dest jê berdaba. Lê belê ger yek ji derve were qedexeyê bişkîne, ji bo kesên din jî rêyek vedibe. Potansiyela jinan a di xebatên civakî û guherîna gelek pîvanên jiyanê de heye.”

Bi xebatên xwe nasanmeyekê ava dikin

Di xwezaya mirov de daxwaza ber bi azadiyê ve çûyîn heye. Ji bo jinan ev daxwaz zêdetir bû. Ji ber ku hemû pîvanên ku mêrsalarî rêk û pêk kiriye, destpêkê berjewendiyên mêran şopandiye. Biryardayîna Sahar ku ji jinek din bandor dibe û fêrî tembûrê bibe û piştre vêya fêrî hinekên din bike, ev awayek ê xwestina rizgarbûnê ye. Bi vî awayî jin dikarin nasnameyekê jî ava bikin.

Jinên 50 salî jî berê xwe didin tembûrê 

Mamosteya tembûrê Elahe Moşir diyar kir ku jinên 50 salî jî berê xwe dane tembûrê û got: “Ger em jinên ciwan bidin aliyek, gelek jinên temenê wan ji 40 salî zêdetir dixwazin fêrî tembûrê bibin. Ev jin heta roja îro beşdarî tu xebatan nebûne. Bi saya muzîkê êdî ji nasnameya ‘jina malan’ derketine, nasnameyek nû qezenc dikin. Li Kirmanşanê  û derdora wê tembûr pîroz tê dîtin. Ev pîrozî wisa dike ku jin bêyî zextekê bi rihetî dikare li tembûrê bide. Heta hinek jê ji bajarên cûda dikarin beşdarî mîhrîcanan bibin. Jinên ku di pêşbaziyan de xelat girtine û di medyayê de behsa wan dikin heye. Gava jineke 50 salî li tembûrê bide ev tê maneya şorşeke mezin.”

Perdeya bêdengiyê diçirînin

Tevî hemû zextên mêrsalarî, jin dê di dawiyê de rêyekê bibînin da ku xwe azadtir hîs bikin. Gava li Kirmanşanê jinek li tembûrê dike, ev weke serhildanekê tê nirxandin. Ji lewma ew li dijî pîvanên mêrsalariyê radibe. Dengê jinê yê tepisandî kiriye ku xwe bispêre tembûrê û bi saya têlên tembûrê ew stranên azadiyê dihonin. Bi vî awayî li awaza xwe ya resen vedigerin û perdeya bêdengiyê diçirînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.