ZEYNEB ÎSA / NÛJINHA / DÊRIK
Jina ciwan a bi navê Sorxwîn Sedûn ku ji bajarê Dêrika Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, bi temenê xwe yê 16 salî dengbêjiyê dike. Sorxwîn bi deng û hunera xwe ya ku bêhna dîroka Kurd û bedewiya giyanê wê yê nûjenkirî hildigre, tê nasîn. Sorxwîn da zanîn ku mîratgira stranên ku ji paşeroja xwe mane ye. Sorxwîn destnîşan kir ku parêzvana melodiyeke resen a Kurdî ye ku çîrok û hesretan vedibêje. Îro bi avabûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, ew bi serbilindî hunera xwe ya Kurdî pêşkêş dike. Sorxwîn Sedûn behsa kar û xebatên xwe yên hunerî û fêrkirina wê ji dengbêjiyê re ji ajansa me re kir.
‘Ji 12 saliya xwe ve dengbêjiyê dikim’
Sorxwîn Sedûn qala destpêka fêrkirina dengbêjiyê kir û wiha got: “Ez di nav malbateke ku bi hunerê re eleqedar e de ji dayîk bûm, her kesê di malbata min de dengbêjî dikir. Dema ku ez 12 salî bûm bavê min, min fêrî dengbêjiyê dikir, her tim min dengê xwe perwerde dikir ji bo ku ez fêr bibim û dengbêjiyê bikim. Ji ber ku dengbêjî çanda me ye, ya bav û kalên me ne, ji bo ku em wê dengbêjiyê nûjen bikin gerek em fêr bibin dengbêjiyê bikin. Helbet dema ku min perwerda deng distend, min zehmetî di milê qirikê de didîtin. Ji ber ku tiştek hesan nayê, gerek tu ked bidî heta ku tu serkeftinê qezenc bikî.”
Li Pargîn mewala xwe tomar dike
Sorxwîn Sedûn diyar kir ku di temenê xwe yê biçûk de mewaleke dengbêjî tomar kiriye û wiha berdewam kir: “Di destpêkê de bavê min pir piştgiriya min kir ku ez dengbêjiyê bikim. Her tim min fêr dikir, her wiha hevalên derdora min jî piştgirî didan min. Her kesî digotin dengê te pir xweş e. Bi gotinên wan ez bi hêz dibûm û min mewal digotin. Di temenê xwe yê biçûk de ez çûm navenda pargîn min mewala xwe li wir tomar kir û ji wir de mewala min deng da û hîn bêhtir ez bi ser ketim.”
‘Hunera xwe ji bîr nekin, nûjen bihêlin’
Sorxwîn Sedûn anî ziman ku ew tevlî konser û şahiyan bûye û armanca xwe ya ji dengbêjiyê wiha vegot: “Demên berê dapîr û bapîrên me koçer bûn, diçûn bi dengbêjiya xwe dihatin naskirin ji bo ku ez wê dengbêjiyê nûjen bihêlim min xwest ez fêr bibim. Di temenê biçûk de kes nikare dengbêjiyê bike, ji ber wê ji bo ku ev rê li pêşiya zarokên bicûk vebe min xwe ji wan re kir mînak. Ez di çand û hunera Dicle de me, cihê xwe di koma Cûdî de digrim. Ez tevlî gelek konser, şahî, cejna jinê û ya Newrozê bûme. Dengbêjî ji bo min tê wateya serbilindiyê. Ez dixwazim ku di pêşerojê de zarokên bi temen mezin, fêrî dengbêjiyê bikim ji bo ku nifşê werê çanda xwe nas bikin û winda nekin. Ez ji her kesî re dibêjim ku çanda xwe nas bikin, hunera xwe ji bîr nekin, nûjen bihêlin.”