
- Ji bo helbesta Ocalan klîp çêkirin
- Çalakiyek ji bo bibîranîna Mihemed Şêxo
- Li Mexmûrê dema çand û werzîşê
Mala mezadê ya bi navê Bonhams ku berê berhemên girîng ên Basquiat û Banksy firotibûn, niha jî di 26’ê Adarê de, hewl dide berhema herî mezin a Salvador Dalî yê bi navê “Bacchanale” bifiroşe. Ev berhem di sala 2018’an de li New York’ê bi 162.500 dolarî hatibû firotin. Li Bonhams’ê nirxa texmînî ya nû nêzî du qat zêdetir e: 236.000–350.000 dolar (an jî bi euro: 200.000–300.000 €). Di vê mezadê de ji bilî Salvador Dalî, navên mezin ên surrealîst ên wekî Francis Picabia û Jane Graverol jî cih digirin.
Emilie Millon, Seroka Beşa Hunera Împresyonîst û Modern a Bonhams’ê, Bacchanale bi van gotinan pênase dike: “Bonhams ji çar salan vir ve li Parîsê bi mezada biharê ya surrealîzmê cîhana efsûnî ya surrealîzmê pîroz dike. Di mezadê de berhemên gelek hunermendên pêşeng ên surrealîst ên wekî Francis Picabia, Man Ray û yên din cih digirin û bandor û mîrateya vê tevgerê tê nîşandan. Em bi dilxweşî Bacchanale di mezadê de pêşkêş dikin; ev ne tenê dekora sehneyê ye, lê yek ji xebatên wî yên herî mezin e ku ji bo Opera ya New York’ê çêkiriye. Xewna her koleksiyonerekî ye ku vê xebatê bikire û tevlî xewnên xwe bike.”
Ev berhema hunerî ya ku mezinahiya wê 20×30 metre ye, di sala 1939’an de ji bo baleya bi navê Bacchanale li Metropolitan Opera ya New York’ê wekî dekor hate amadekirin. Ev dekor bi mezinahiya xwe û bi karê hûrgulî yê di pêvajoya çêkirinê de balkêş e. Berhem ji 13 panelên mezin û 4 setên kanvasê pêk tê, bi awayekî nêzîkî wêneyên fotografîk hatiye boyaxkirin û bi hêmanên sê-alî dewlemendkirî ye. Motîfa navendî ya sehnê Çiyayê Venüs (Mount of Venus) e, ku li ser wê kûçikek mezin heye; kûçik wekî sembola guneh û daxwazê hatiye sêwirandin. Di orîjînala berhemê de ev motîf li ser çarçoveyeke darîn bû, lê îro çarçove winda bûye. PARÎS
* * *
Ji bo helbesta Ocalan klîp çêkirin
Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa di çarçoveya xebatên xwe yên hunerî de deng da helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di manîfestoya xwe ya Aştî û Civaka Demokratik de nivisîbû û klîbek jê re amade kir. Klîb, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat weşandin.
Helbesta bi navê “Asîmanê Azad” a ji aliyê endama Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa Sosin Seydo ve hat xwendin. Klîb li gundê Barê yê li Şengalê hat kişandin. Zarokên ku di klîbê de cih digrin endamên koma zarokan a Hêviyên Şengalê ne.
Beşek ji helbestê;
“Tiştekı̂ ku her dem tînim bı̂ra xwe heye;
Ez biçim gundê xwe,
Bi azad ez ê li ewran binêrim
Li hemû riyên ku di zarokatiyê de tê de meşiyame
Bi meşeke azadiyê ya xweşik bersiv bidim.
Li hemû çemên ku dadiketimê
Li wan zeviyên ku min bêhna wean digirt hêj bi azad binêrim bêhn bikim.” JÎNHA/ŞENGAL
* * *
Çalakiyek ji bo bibîranîna Mihemed Şêxo
Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dê di salvegera 37`emîn a wefata hunermend Mihemed Şêxo (9 Adar 2026) de çalakiyeke hunerî li dar dixe. Di vê çarçoveyê de amadekarî tên kirin.
Li gorî agahiyên ku rêveberiya navendê dane, dê li ser jiyana hunermend Mihemed, rola wî di vejînkirina awazên kurdî û parastina çand û hunera kurdî de axaftin werin kirin. Her wiha dê Koma Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê, Koma Botan û hunermend Amir Remo û Sefqan Orkêş dê stranan pêşkêş bikin.
Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo sala 1948`an li gundê Xecûkê yê Qamişloyê ji dayîk bûye. Di salên înkarkirina ziman û çanda gelê Kurd de têkoşîna hunerî dike û xwe dide ber berpirsyartiya parastina ziman û çanda kurdî. Mihemed Şêxo ku di nava civaka Kurd de bi navê Bavê Felek û Bilbilê Xemgîn tê naskirin, 9`ê Adarê 1989`an jî li bajarê Qamişlo wefat kir. ANHA
* * *
Li Mexmûrê dema çand û werzîşê
Li Wargeha Penaberan a Rûstem Cudî (Mexmûr) Mîhrîcana Çand û Werzîşê ku her sal ji aliyê Komîteya Qada Perwerdeyê ve bi boneya 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 18emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4ê Nîsanê destpê kir.
Di çarçoveya Mîhrîcanê de ku li sahaya futbolê ya mezin a wargehê de tûrnûvaya futbolê ku ji 24 tîman pêk tê, destpê kir. Bi sedan xwendevanên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî tevlî mîhrîcanê bûn.
Di mîhrîcanê de pankartên “18êmîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya Rojbûna Rêber Apo pîroz be”, “Bi bedewiya keziyan wê azadî pêk were” û “Em hebûn, em hene, em ê hebin” hatin hildan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin Endamê Komîteya Amadekar ya Qada Perwerdeyê Mamoste Cemîl Kara axivî.
Mamoste Cemîl Kara di axaftina xwe de da zanîn ku ew her sal bi boneya 4ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan weke Komîteya Qada Perwerdeyê bi çalakiyên cûr bi cûr, wê rojê pîroz dikin. Cemîl Kara di dawiya axaftina xwe de got: “Em ê di hemû qadan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, têkoşîna xwe bi meşînin. Em 18emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4ê Nîsanê diyarî mîmarê azadiyê Rêber Apo û gerîlayên azadiyê dikin.”
Mîhrîcanê dê bi musabaqayên tûrnûvaya futbolê heta 2yê nîsanê dom bike. AW/MEXMÛR







