Hunermendê Kurd Dora azad bû

În 9 Gulan 2025 - 03:30

Hunermendê Kurd Mazlûm Dora ku ji 3 salan zêdetir bû li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê girtî bû, doh di saetên sibehê de hate berdan. Dora ji sala 2021’an û vir ve li girtîgeha Stammheimê dihat ragirtin. Piştî agahiya serbestberdana wî, bi dehan kes li pêş girtîgehê kom bûn, bi kulîlk, çepik û dirûşmeyan ew pêşîwazî kirin. Piştî pêşiwaziyê, bi konvoya wesayîtan, Dora birin Komeleya Çanda Kurd a li Stuttgartê. Dora li vir jî ji aliyê girseyeke qelebalix hate pêşiwazîkirin. Dora li vir axaftineke kurt kir û got:’’Ev piştgirî nîşaneya herî xweşik a rihê yekîtiyê ya gelê me ye.’’

Piştî serdana Çavuşoglu

Mazlûm Dora, di 11’ê Gulana 2021’an de li avahiya şaredariya Esslingenê ku ji bo karên xwe yên burokratîk çûbû, hatibû binçavkirin. Piştî serdana wezîrê karê derve Mevlût Çavuşoglû, di çarçoveya girtiya 3 Kurdistaniyên li Elmanyayê, Dora bi kelepçeya berovajî, li erdê hatibû dirêjkirin û hatibû binçavkirin. Piştre ew şandibûn girtîgeha Stammheimê.

Strana wî jî bû sûc

Sûcdariyên derbarê Dora de, bi giranî li ser xebatên wî yên çandî bûn. Tevlîbûna wî ya pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê, strana bi navê ‘Cenga Rojava’ ku wî bi xwe çêkiribû û berxwedana Rojava vedigot, weke mijara sûcdariyê di îdîanameyê de cih girt. Stran ji aliyê koroya Newaya Heilbronnê hatibû gotin. Mazlûm Dora di çarçoveya madeya 129b’yê ya qanûna ceza ya Elmanyayê hatibû darizandin. Rûniştina biryarê di 25’ê Nîsana 2023’an de li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya li Stuttgartê pêk hatibû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.