Kurd xwe amade dikin ku di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî, nerazîbûnên xwe bînin ziman. Gelek sazî xebatên xwe yên ji bo pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî didomînin.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî (Komeleya Lêkolînên Kurdî) Heno Ronak ku rewşa kurdî nirxand, got: "Tişta ku neteweyan ji hev vediqetîne ziman e. Mînak ji bo ku mirov ji yekî re bêje îngilîz, divê zimanê wî îngilîzî be. Ya ku çand û cudahiya neteweyekê derdixe holê ziman e. Mînak dema ku behsa Cervantes tê kirin, yek ji bingehên herî girîng ê spanyiyan e. Dema em li kurdî jî dinerin, Ehmedê Xanî tê bîra mirov. Çima Xanî? Di dema wî de zimanê serdest erebî û osmanî bû. Lê wî bi kurdî nivîsand. Girîngiya wî jî ji wir tê. Ya neteweyan ji hev vediqetîne ziman e. Lewma ziman girîng e."
‘Em ê ji bo statuya ziman bixebitin’
Ronak diyar kir ku divê her kes ji bo pêşxistina zimanê kurdî bixebite û ew ê zimanê kurdî tim bînin rojevê. Ronak got: "Di destpêkê de ji dibistanên seretayî heta zanîngehan em ê ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em ê bixebitin. Em ê çawa vê bikin? Ji bo ku kurdî bibe xwedî statu, em ê bi saziyên xwe re bixebitin. Ya duyemîn jî, divê em hemû karen xwe, rêxistinên partiyên siyasî û sivîl bi kurdî bin. Ya din jî divê em bi malbata xwe û derdora xwe re bi kurdî bixebitin. Divê berpirsiyariya pêşxistina kurdî tenê ne barê saziyan be. Hin qanûnên li dijî kurdî hene ku nahêlin bibe zimanê perwerdehiyê. Divê ev qanûn bê guherandin."
‘15’ê Gulanê nîşaneya têkoşînê ye’
Rêveberê Komeleya Pêşvebirina Çand û Ziman (KURDÎGEH) ku li Wanê xebatên xwe dimeşîne Gokhan Işik bal kişand ser bandora kovara Hawarê ya di standartkirina kurdî de û got: "15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî parastina kurdî, yekîtiya çandî, pêşxistina wêje û hunerê, hişmendiya çandî ye. 15'ê Gulanê ne tenê cejnek e, di heman demê de ji bo kurdên dixwazin nasnameya xwe û çanda xwe biparêzin, nîşaneya têkoşînê ye jî."
Işik destnîşan kir ku hin zaravayên kurdî bi taybetî zaravayê kirmanckî/zazakî ji ber zilm û zordariya li Bakur û Rojhilatê ber bi tunebûnê ve diçe û li hemberî vê yekê bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê. Işik anî ziman ku ji pêşdibistanan heya zanîngehan ji bo pêşî li ber pêşketina zimên vebe, divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
MA/STENBOL-WAN