Altûn û Kaytan bi girseyî hatin bibîranîn

Sêşem 20 Gulan 2025 - 03:25

Kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi awayekî girseyî li Stenbol, Amed û Ewropayê hat bibîranîn. 

Çalakiyên bibîranînê yên ji bo Kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn didomin. Altûn û Kaytan bi awayekî girseyî li Stenbol, Amed û Ewropayê hat bibîranîn. 

Meclîsa Gel a Gavleborgê ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn çalakiya bîranînê lidar xist. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir.

Destpêkê Hevseroka Meclîsa Gel a Gavleborgê Jîn Haco axivî û anî ziman ku PKK partiya şehîdan e û ew di şexsê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan de şehîdan hemûyan bi minetdariyeke mezin bi bîr tînin.

Cemal Rojhelatî piştre axivî û bi bîr xist ku Rêber Apo gotiye rêberên rasteqîn ên PKK'ê şehîd in, ew jî xizmetkarê wan şehîdan e.

Haydar Rojava jî qala kesayetiya Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan kir û anî ziman ku wan herî zêde Rêber Apo fêhm kirin.

Beşdarên bîranînê jî têkildarî herdu şehîdan hestên xwe anîn ziman.

Stenbol

Li Stenbolê ji bo du kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun merasîmek girseyî hat lidarxistin. Di merasîmê de hat destnîşankirin ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altun bi têkoşîna xwe gelê Kurd şiyar kirin û hat gotin, "Em ê li ser rêya rastiyê ya ku wan vekiriye bimeşin."

Amed 

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Qada Şêx Seîd a Amedê bi girseyî hatin bibîranîn. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Di vê navberê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.