Têkoşîna hevpar ziman xurt dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 10 Gulan 2025 - 00:52

  • Nivîskar Halîl Dogan da zanîn ku pêşangehên pirtûkan bandoreke girîng li ser pêşketina civakê jî dike û got:"Dema pêşangehên pirtûkan tên lidarxistin bandorê li ser tevgera civakê jî dike. Pêşengehên pirtûkan ji bo wêjeyê Kurdî girîng e. Bila pêşangehên pirtûkan zêde bibin."

ROZA METÎNA / AMED

Yekemîn Rojên Pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê bi hevkariya Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) û Şaxa Egîtîm Sen a Hejmara 3'yemîn a Amedê di navbera 2 û 5'ê Gulanê de li Yenîşehîr Park Orman a navçeya Erxeniyê ya Amedê hate lidarxistin. Gelek weşanxane û nivîskar tev li vê pêşangeha pirtûkan bûn. Gel eleqe nîşanî pêşangehê da û gelek panel, gotûbêj, konser û aktîvîteyên cuda hatin lidarxistin. 

Nivîskar Halîl Dogan jî têkildarî girîngiya pêşangehê, bandora wê ya li ser ziman û wêjeya Kurdî her wiha hevkariya li dijî êrişên li ser ziman û wêjeya Kurdî nirxandin kir. Halîl Dogan banga rakirina astengiyên li hember ziman û wêjeya Kurdî kir û got divê pêşangehên bi vî rengî hîn zêde bên çêkirin.

Halîl Dogan di destpêkê de bal bir ser girîngiya zimanê Kurdî û got: "Li Rojhilata Navîn Kurd neteweyek kevnar e. Zimanê Kurdî jî wiha ye. Ziman hebûna mirovan e. Gel xwe bi ziman ve nîşan dikin û dijîn. Çand, bawerî û kevneşopiyên xwe bi ziman dom dikin. Loma ji bo gelê Kurd ziman pir girîng e. Ser axa Kurdîstanê bi salan e kurd di bin destên dewleta de di bin dagirkeriyê de ne. Lêbelê zimanê Kurdî zimankî dewlemend e. Loma zimanê Kurdî xwe gihandiye vê rojê. Divê hemû kes zimanê xwe biparêze, biaxive û binivîse. Encax wiha ziman zindî bimîne. Ji bo pêşketina zimanê Kurdî jî pêşangehên pirtûkan ên li ser esasê parastina zimanê dayikê gelekî girîng in."

Ziman bi perwerdeyê geş dibe 

Halîl Dogan diyar kir ku li gel pêşangehên pirtûkan ên ji bo pêşketina zimanê dayikê di heman demê de perwerdeya bi zimanê dayikê jî gelekî girîng e û got: "Dewletê li Kurdîstanê Kurdî qedexe kiriye. Kurd jî mecbûr mane bi zimanê dagirkeran perwerde bibe. Di perwerdeyê de cihê ziman pir girîng ge. Mirov wexta bi zimanê dayikê perwerdeyê nebîne, kêm dimîne. Nikare bi zimankî bîyanî xwe îfade bike. Heta zimanê dayikê nebe zimanê perwerdeyê, nikare geş be. Helbest, nivîs, wêje bê zimanê dayikê kêm dimîne."

Bila pêşangehên pirtûkan zêde bibin 

Halîl Dogan da zanîn ku pêşangehên pirtûkan bandoreke girîng li ser pêşketina civakê jî dike û wiha got:"Dema pêşangehên pirtûkan tên lidarxistin bandorê li ser tevgera civakê jî dike. Pêşengehên pirtûkan ji bo wêjeyê Kurdî girîng e. Pêşangehên pirtûkan li bajarên Bakurê Kurdistanê zêdê dibin. Geşbûna wêjeya Kurdî bandorekê li ser pêşketina civakî jî dike. Divê em vê bandorê jî bînin ber çavên xwe û li gor vê yekê hewl bidin pêşangehên pirtûkan hîn zêde çê bibên. Bila pêşangehên pirtûkan zêde bibin û asta xwendin û pêşketina hişmendiyê jî bi vê re zêde bibe."

Divê astengî rabin 

Halîl Dogan bi lêv kir ku divê her kes li pêşangehên pirtûkan xwedî derkevin û wiha dewam kir: "Xwedîderketina li pêşangehên pirtûkan gelekî girîng e. Ji bo civak teşwîqî xwendinê bibe jî gelekî girîng e. Divê komeleyê Kurd bi taybet li pirtûkên Kurdî haydar be. Divê civak jî wiha be. Divê astengî û qedexeyên li hember pirtûkên Kurdî jî rabin. Loma em bang li dewlet, partî û komelayan dikin li dij van astengiyan derkevin."

Li dijî êrişan têkoşînek hevpar divê

Halîl Dogan da zanîn li dijî êrişên li ser zimanê Kurdî têkoşîneke hevpar divê û wiha bi dawî kir: "Niha êriş û zextên mezin li ser zimanê Kurdî hene. Ev êriş bi awayekî sîstematîk dewam dikin. Divê em li dij van êrişana li berxwe bidin, bibin bersiv. Dema di pêşangehan de em bêtir cih bidin zimanê Kurdî û pirtûkên kurdî ev yek wê ji êrişan re jî bibe bersiv. Têkoşîneke hevpar ji bo vê divê. "

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.