Kovara bi kurdî Nûbihar ku sê mehan carek derdikeve, bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê hejmara xwe ya 171'ê ya bihara 2025'an pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Di kovarê de gelek nivîs, lêkolîn, hevpeyvîn û helbest hene. Kovar bi nivîsa edîtorê kovarê Suleyman Çevîk dest pê dike. Çevîk bal kişandiye ser pêvajoya ku niha li Bakur û Tirkiyeyê didome û gotiye, "Madem PKK çekan berdide, êdî ew behaneya dewletê jî namîne. Divê dewlet helwestek samîmiyane nîşan bide, di serî de mafê ziman, bila mafên Kurdan yên însanî, bêyî kêmanî teslîm bike."
Kurdên Qaqizmanê û Kurdên Qefqasyayê
Di vê hejmarê de du nivîsên ku neynikê datînin ber herêman hene. Ji van Rohat Alakom xwendevanan dibe Qaqizmanê. Sernavê nivîsê "Bi wêneyan Joseph de Baye pirçandiya li Qaqizmanê" ye. Salihê Kevirbirî jî berê xwendevanan dide Qafqasyayê. Nivîs bi sernavê "Têkiliya bi kurdên Qefqasê re divê yekpare û xurt bin". Nihat Gultekîn ku di her hejmarê de bi hevpeyvîneke kedê dide kovarê di vê hejmarê de ligel dengbêj Dilbera Wekîl axiviye. Wekîl dibêje, "Gundê me, gundê dengbêjiyê ye."
Nivîsên li ser klasîkan
Du nivîsên li ser klasîkên kurdan hene. Ji van Ayhan Geverî di nivîsa xwe de, di çarçova nêrîna Melayê Cizîrî de ‘Aşiq, Maşûq û Reqîb îzah kiriye. Wekî din Geverî, li ser Mela Feyselê Taş jî nivîsiye. Mela Feysel ji gundê Dadînan yê Vartoyê bû û îsal wefat kir. M. Zahîr Ertekîn jî bi sernavê "Analîzek li dor Gulnameya Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî" nivîsa xwe amade kiriye.
Abdullah Încekan, Evîn Şikakiyê, Ahmedê Hepo, Sabri Akbel, Ebru Yılmaz, Mela Omerê Tetwanî, Ozan Serhedî, Yılmaz Elagöz, Amîne Pîrozxan, Mehdî Ritamî, Ayşegul Kizilkaya, Walter Benjamin, Dilazad A.R.T., Ferhat Çiftçi, Sadullahê Misircî û Abdulkadir Gok bi nivîsên xwe; Rojen Barnas, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî, Melih Cevdet Anday, Sidîq Gorîcan, Mihemed Elî Bayram, Xewneroj, Zeynep Şemdinoglu, Qedrî Sipranî, Mustafa Ertaş, Xortê Nazik, Burhan Tuz, Ayşegul Kizilkaya, Salihê Kevirbirî, Umêd Qerenî, Asyah Goyî, Reyhan Sarhan û Mustafa Işik bi helbestên xwe di vê hejmarê de cih girtine.
DIYARNAME