Mala Sofî Kerîm yek ji wan malane ku bi dîzayn û şêweyê çandî yê berê ya Silêmaniyê hatiye çêkirin. Heman demê yek ji malên çandî û hunerî ya Silêmaniyê tê zanîn. Ev mal bi rengekî muzexaneyê hatiye xemildandin û gelek berehmên çandî û hunerî yên Kurdewarî li xwe digire. Sofî Kerîm Serac yek ji kesayetiyên naskirî yê bajarê Silêmaniyê ye ku sala 1897’an li Silêmaniyê hatiye dinê. Sala 1928’an ev avahiyê li taxa Sabûnkeran a Silêmanî kêrê bû. Sala 1961’an lê jiyan kiriye. Piraniya temenê xwe li vê avahiyê derbas kiriye.
Sofî Kerîm ji aliyê xelkê Silêmanî ve pir dihat hezkirin û rêz ji bo wî tê nîşandan. Ji bo wê hê jî nav û dengê wî li nava civakê heye. Piştî wefata Sofî Kerîm mal weke mîras ji bo neviyên wî maye. Piştre jî ji bo Serokkomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî hatiye firotin. Piştre jî ji aliyê Celal Talebanî ve weke diyarî ji bo Dezgeha Asar hatiye kirin. Ji wê demê û vir ve Ekrem Osman 2 hezar parçeyên berhemên dîrokî li vir pêşkêş dike. Ekrem Resûl destnîşan dike ku berhemên li vir hatine bidestxistin wisa hesan nehatine peydakirin û got:“Temeneke 55 sale ji bo vê hatiye dayîn. Ev berhem niha li Mala Sofî Kerîm tê parastin û pêşkêşkirin. Temenê vî avahi 150 sale.”
Li mala Sofî Kerîm ku yek ji dilar û dilsozê çand û hunera kevnar a Kurdewariye, odeyek heye ku jêre tê gotin ‘Odeya Hesen Zîrek’. Li ser vê yekê Ekrem Osman vê dibêje: “Her gava Hesen Zîrek dihate Silêmanî li mala Sofî Kerîm dima. Nêzî 40-50 şevan li vir maye. Niha 27’ê Hezîranê yê her salê li vir Hesen Zîrek tê bibîranîn. Hesen Zîrek li vê odeyê 500 stran gotiye. Dîsa hunermendên bi navê Ehmed Şemal, Îbrahîm Xeyat û Hemesalih Dîlan serdana vêderê kiriye û li gel Hesen Zîrek li vê malê mane.” Niha mala Sofî Kerîm ciheke geştyarî ye û rojane sedan welatî serdana vêderê dikin. Li nava hewşa malê kafeteryayeke biçûk heye ji bo her kesên bixwazin serdan bikin li vir bêhna xwe didin. Li vir berhemên Kurdewarî dixwin û vedixwin. Gelek caran jî bûk û zava şeva xwe ya xinayê li vir pîroz dikin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ