Li Xurmal bi armanca hişyarkirinê, pêşangehek hunerî hate vekirin, di pêşangehê de bermayên hatine avêtin, carek din di karê hunerî de hatine bikaranîn.
Di çarçoveya hişyarkirina avêtina bermahiyên qirêj û guherîna av hewayê de, Rêxistina Nû li navçeya Xurmal ya ser bi Helebceyê, pêşangehek hunerî ji bo 10 dibistanên Xurmal vekir.
Yek ji amadekara pêşangehê Benaz Beha behsa armanca sereke ya pêşangehê kir û got; “Ev proje bi piştgiriya rêxistina People hatiye pêkanîn. Me xwest bi vê rêyê bizanîn ku emê çawa bikarin bi rêya hunerê jîngehê biparêzin. Me îro ji bo 10 dibistanan ev pêşangeh vekiriye, em dixwazin ji her kesê re bêjin ka ji bermayên tên avêtin, emê bikarin karek çawa çê bikin. Ji bovê beşek girîng ya pêşangehê, jîngehparêziye. Divê bi rêya hunerî mijarên jîngehparêziyê werin raber kirin.”
Mamosta Lane Sidiq ku tevlî pêşangehê bû axivî û got; “Vekirina pêşangehên bivî awayî ji bo xwendevanan karek gelek başe, livê pêşangehê bermayên hatine avêtin carek din bi awayê hunerî hatine bikaranîn. Me ji bermayên plastîkan tablo jî çêkiriye, em dikarin xwendevanan divî warî de agahdar bikin. Herwiha gelek tablo jî bi kelûpelan, ji aliyê xwendevanan ve hatine çêkirin.”
ROJNEWS/XURMAL