Wêjeya li pişt dîwarên sar

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 6 Gulan 2025 - 00:44

  • Helbestkar Cengîz Eker ê 30 salî di girtîgehê de ma bal bir ser afirîneriya wêjeyê ya li zindanê û got:” Ez kêm bibêjim ez ê neheqiyê li wan kesan bikim ku li pişt dîwarên sar û deriyên hesin, di nava bêderfetiyê de bi kedeke mezin berheman û wêjeyekê diafirînin."

ROZA METÎNA / AMED 

Cengîz Eker ji ber rewşa xwe ya siyasî 30 salî di girtîgehê de ma şûnde derket. Her wiha bi hincetên pûç û vala tehliyeya wî salekê jî hat dirêjkirin. Sê berhemên Cengîz Eker hatine çapkirin. Ji vana dudu çîrok û yek jî gotar e. Cengîz Eker ê ku piştî ji girtîgehê derket şûnde jî xebatên xwe yên derbarê ziman û wêjeya Kurdî de dewam kir, li ser afirîneriya wêjeya li zindanê, şert û mercên li wir, çîrok û têkoşîna li zindanê axivî. Cengîz Eker got:"Têkoşîna li hember astengiyan tenê bi nivîsandin û afirandinê pêkan e. Nivîskarên di zindanan de jî vêya dikin."

Cengîz Eker di destpêkê de bal bir ser dewlemendî û kûrbûna wêjeya Kurdî û wiha got:"Ez koçerê Deşta Rewanê me û koçer li ser navê çand û hunerê gelek tiştî di bîra xwe de dihewîne. Ji bo em bikaribin van tiştana bi xwe re bigerînin û li dijî êrişên talanker biparêzin her tim me wekî Gelê Kurd, wekî dengbêjên kurd jî li berxwe dane. Loma jî Gelê Kurd xwediyê wêjeya devkî ya dewlemend e. Bê guman ji bo hemû gelan wêjeya bi devkî jêderka wêjeya nivîskî ye. Lê li tu war û welatî wêjeya bi devkî bi qasî ya me kûr û dewlemend nîne. Dîroka wêjeya me ya devkî gelekî kevnar e. Ez ewladê vê dîrokê û beşek ji vê çîrokê me. Bi gotineke dinê ez bi van çîrokana mezin bûm. Di zarokatiya min de mezinên me bihar, havîn û payizan li ber çarber û kuçikan, zivistanan jî li ber tenûran ji me re çîrok digotin. Berê dema zarok digiriyan çîkolata nedidan destê wan, mezinên me ji zarokan re çîrok digotin. Ew çîrok dawiyê kêrî kesên guhdar dihatin. Ev adet bû, her kesî çîrok dizanî. Vê paşxaneyê zor li min kir ku ez xwe li wêjeyê bigirim."

Wêje jî taliya talî helwestek e

Cengîz Eker da zanîn ji bo nivîsandinê zindan cihekî zehmet bû lê dîsa jî wî li berxwe daye û bi Kurdî nivîsandiye. Cengîz Eker wiha got:"Şert û mercên wê serdemê pir zor û derfetên wê pir kêm bûn. Li zindana ku ez lê bûm çavkaniyên bi Kurdî tunebûn. Zimanê tirkî di jiyana me de serwer bû. Lê belê ya rast ew bû ku zimanê Kurdî serwer ba. Jixwe wêje jî taliya talî helwestek e. Helwesta nêrîn, dîtin û bi riyên xweşbêjî yên cihêreng vegotina jiyanê ye."

Bi çîrokê dest bi rêwîtiyê dike 

Cengîz Eker bi lêv kir ku di destpêkê de wî bi çîrokê dest bi rêwitiya wêjeyê kiriye û wiha pê de çû:"Ji ber ez bi çîrokan mezin bûm min bi çîrokê dest bi rêwîtiya xwe ya wêjeyê kir. Berî ku ez têkevim zindanê ji bo me riya derbirîn û vegotinê tenê çîrok bû. Me riyeke dinê nizanîbû. Mijara gotin û galegalên me tim û tim dema borî bû. Û dema borî jî ji ber ku bûye dîrok encax dikare bibe çîrok. Ango tenê bi riya çîrokê dikare bibe mijara gotinê. Paşê riyên vegotinê yên mîna helbest, roman, bîranîn û hwd. li ber min vebûn."

Li pişt dîwarên sar afirandina wêjeyê...

Cengîz Eker bal bir ser afirîneriya wêjeyê ya di nava şertên dijwar de û wiha dewam kir:"Camêrek ji bo jiyanê dibêje; 'Hûn ji min nepirsin ez dizanim lê hûn bipirsin ez nizanim'. Ya min jî wisa ye. Ji ber ku ez ji wir têm û kêmekî jî pê re mijûl dibûm. Loma haya min jê heye bê ka wêjeya zindanê di nava şert û mercên çawa de serî hildide û di çi astê de ye. Lê ji ber ku mijareke pir kûr e û ew çend jî zor e nikarim ta bi derziyê vekim û bidim destê we. Ez kêm bibêjim ez ê neheqiyê li wan kesan bikim ku li pişt dîwarên sar û deriyên hesin, di nava bêderfetiyê de bi kedeke mezin berheman û wêjeyekê diafirînin."

Girtî bêtir meyla helbestê dikin

Cengîz Eker da zanîn ku nivîskarên girtî helbest, çîrok, romanan dinivîsin û wiha dewam kir:"Girtî bêtir meyla helbestê dikin. Ev rastî ji rêjeya pirtûkên derçûyî diyar e. Bû guman nivîskarên li zindanê qîma xwe tenê bi helbestê nînin. Piştî ku hestên xwe yên birîndar û zêryayî bi riya helbestê kêmekî pêçan û aş kirin derbasî awayê din ên mîna çîrok, roman, gotar û hwd. bûn. "

Bi taybetî wêje dihat qedexekirin

Cengîz Eker bal bir ser zehmetiyên li pêşiya nivîsandinê yên li girtîgehê û got:"Li herêma Qersê navê girtîgehê 'Kela' ye. Dema ev nav tê gotin tenê astengî tê bîra mirovan. Li wir her tiş qedexe ye. Bi taybetî wêje dihat qedexekirin. Ji ber ku di wêjeyê de afirînerî heye. Nivîskar berhemekê diafirînin lê belê dest dixistin ser. Her wiha ji ber dosyayek nivîskarên di zindanan de lêpirsîn jî dikare li wan bê vekirin. Her wiha nivîskar ji ber vê jî tên cezakirin. Salekê cezayê min ê girtîgehê jî hat dirêjkirin. Sê hincetên dirêjkirina cezayê min hebûn. Jê du pirtûk û nameyek bû. Yek jê pirtûka 'Rabûna Berî li Gulberojan' yanî Antolojiya Çîrok û Helbestên di Zindanan de bû û ev berhem li ser navê PENa Kurd hatibû amadekirin. Ev pirtûk ji min re hatibû şandin lê belê nedan min. Hinceta nedayina vê pirtûkê jî ev bû; 'Em vê pirtûkê bidin girtî wê ji vê yekê kêfxweş û bextewar bibe'. Têkoşîna li hember van astengiyan tenê bi nivîsandin û afirandinê pêkan e. Nivîskarên di zindanan de jî vêya dikin."

Banga xwedîderketina li zindanan 

Cengîz Eker herî dawî banga xwedîderketina li berhem û keda nivîskaran kir û wiha got:"Ji bo xwedîderketina li ked û berhemên nivîskarên di zindanan de divê her kes xwediyê hestiyariyekê be. Xwedîkerketin heye lê kêm e. Elbet li vir kêmasiya weşanxaneyên kurdî jî heye. Ev jî me diêşîne. Loma em dibêjin em bi hev re van kêmasiyana ji holê rakin û bibin dengê nivîskarên li zindanan."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.