Yekem car li Lûtkeya Erebî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 10 Gulan 2025 - 00:58

Yekem care hunermendek Kurd wê di Orkestraya Nîştimanî ya Iraqê de wek solîstê orkestrayê bi mûzîka Kurdî ya devera Hewraman di Lûtkeya Erebî de amade be.

Biryara di 17’ê Gulanê de li Salona Mensur a Bexdayê Lûtkeya Welatên Erebî bê lidarxistin. Wê di lûtkeyê de serkirdeyên welatên Erebî amade bin. Di vê çarçoveyê de jî hunermendek Kurd yekem car wek solîstê orkestraya nîştmanî ya Iraqê di lûtkeyê de amade dibe.

Jenyarê Kemanê Alan Arif Ebdullah di derbarê tevlîbûna orkestraya nîştimanî ya di Lûtkeya Erebî de ji ajansa me re axivî û got: “Ez ji aliyê serokwezîrê Iraqê ve daxwazî orkestraya nîştmanî ya Iraqê hatim kirin. Wek Kurd, yekem care li Bexdayê di kongreyek wisan giring de li beramberî serokwezîrên welatên Erebî mûzîka Kurdî were jenîn.”

Alan Arif diyarkir ku ewê bi kemanê wek solîstê beşek ji orkestrayê tevil bibe û got: “Ezê bi lêxistina mûzîka Kurdî ya devera Hewraman di orkestrayê de beşdar bibim. Gelek giringe Kurd di cihên wisan de bi muzîk û çanda xwe amadebin. Ji berku çand nasnameya gelane. Gelek giringe em jî wek Kurd nîşanî cîhanê bidin ku çand û ferhenga me Kurdan heye.”

ROJNEWS/SILÊMANΠ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.