Li KURDÎGEHÊ serdema nû dest pê kir

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Gulan 2025 - 00:55

OZLEM YACAN / MA / WAN

Li gorî UNESCO’yê, li seranserî cîhanê ji 7 hezar zimanan ji sedî 40’ê wan anku ji 2 hezar û 500 ziman di bin xetereya gefa tunebûnê de ne. Ji sala 1950’ê heta niha jî 230 ziman tune bûne. Yek ji van zimanan jî Kurdî ye. Li dijî zimanê Kurdî salên dirêjin polîtîkaya pişaftinê tê meşandin lewma jî zaravayên Kurdî yên Kirmanckî û Kurmancî di bin xetereyê de ne. Gelek komele û rêxistin jî ji bo pêşîlêgirtina vê gefa li ser zimanê Kurdî, xebatên xwe didomînin. 

Yek ji wan komeleyan jî Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) ye ku li Wanê xebatên xwe didomîne. Ji rêveberên komeleyê Alî Ataman, got: “Pergalê zimanê Kurdî qedexe kiribû. Armanca wan ew bû ku Kurdî bi temamî tune bikin û bidin jibîrkirin. Pergalê bi hemû hêza xwe hewl da ziman û çanda xwe ferz bike û hêj dike. Weke KURDÎGEH’ê em jî li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê zimanê xwe diparêzin û têdikoşin. Em hewl didin ku zimanê me bijî û bêhtir hîn bikin.” 

‘Zimanê me, jiyan û hebûna me ye’

Bi domdarî Ataman anî ziman ku Kurdî ne tenê zimanek e di heman demê de nasname û dîroka gelê Kurd e û wiha pê de çû: “Hewceye mirov ziman tenê weke amûra têkilîdanînê nebîne. Zimanê me, jiyan û hebûna gelê Kurd e. Lewma Kurdî, di dîrokê de li dijî pişaftinê bûye sembola berxwedanê. Divê statuya zimanê Kurdî hebe. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’, ji bo Kurdî firsendeke nû çêbû. Divê Kurd li her qada jiyanê Kurdî bi kar bînin. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Li seranserî cîhanê tişta herî biqîmet, xwedîderketina li zimanê xwe ya miletekî ye.” 

Serdema nû ya qeydan destpê kir 

Ataman, diyar kir ku li KURDÎGEH’ê serdema nû ya qeydan dest pê kiriye û ev tişt anî ziman: “Dema ciwan, jin, zarok û gelê me qeydên xwe çêdikin em gelek keyfxweş in. Temamiya mamosteyên li KURDÎGEH’ê dixebitin mamosteyên dilxwazin û karê xwe bi keyfxweşî dikin. Me ji bo kesên qet nizanin bi Kurdî biaxivin pola destpêkê vekir. Polên me yên li gorî her sê astan hene. Dema xwendekarên me bi Kurdî baş dizanin, em digirin pola mamostetiyê. Em dixwazin hejmara xwendekarên me zêde bibe. Divê zimanê Kurdî derkeve pêş û girîngiya wê bêhtir bê fêmkirin. Weke KURDÎGEH’ê me heta niha 28 mamoste gihandine. Li KURDÎGEH’ê demsal û meh ferq nake kengî bixwazin dikarin qeydên xwe çêbikin. Perwerdeya me her tim didome.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.