Aştî bi rêzgirtina zimanan dibe

Çarşem 16 Nîsan 2025 - 03:25

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) di dawiya vê hefteyê de li Amedê komxebata “Di perwerdeya zimanê dayikê de ber bi çareseriyê ve; derfet, astengî û pêşniyar” li dar xist. Ji Kurdistan, Tirkiye û cîhanê gelek zimanzanên xwedî tecrûbe beşdarî komxebatê bûn. Ji Zanîngeha Edinburghê Prof. Dr. Robert Douglas Dunbar mijara bi sernav “Tecrûbeyên Îrlandaya Bakur, Skoçya û Kanadayê” pêşkeş kir. Dunbar ku li Zanîngeha Edinburghê profesorê “Zimanên Bajar” e, têkildarî girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û banga dîrokî ya Rêber APOê axivî. 

Ziman hêmanê aştiyê ye

Dubar, da zanîn ku bi eslê xwe ji Kanadayê ye lê xebatên xwe li Skoçyayê didomîne û got:“Perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo rêzgiriya li dijî nasname û çandên cuda girîng e. Mafê her kesî heye ku bi zimanê dayika xwe perwerde bibe. Ev yek li pêşiya hînkirina zimanê fermî û yên din nabe astengî. Perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo zarok û ciwanan pir girîng e. Ji bo pêşxistina aliyên jîr ên ciwanan jî girîng e. Ji hêla pêşketina mejî jî gelek girîng e. Bandorê li ser serkeftîbûna mirov dike.”  

Dunbar, anî ziman ku bi sala ye têkoşîna Kurdan a ziman dişopîne û got:“Li Londonê min di çarçoveya ‘Projeya Mafên Mirovan ên Kurdan’ de têkildarî zimanê Kurdî raporek amade kir. Aştiya civakî û lihevkirin, dema we ji bo ziman û çandên cuda rêz girt dikarin bibin. Ev komxebata ziman jî gelek girîng e. Perwerdeya bi zimanê dayikê pir girîng e. Ji bo axaftina bi vî zimanî û ji bo rêzgirtinê girîng e. Ev yek her wiha hêmayeke girîng a aştiyê ye.” 

Weke mînaka Mandela 

Dunbar, bal kişand ser banga Rêber APO û mînaka Nelson Mandela da. Dunbar, anî ziman ku Mandela salên domdirêj girtî maye û piştre muxatab hatiye girtin û got:’’Ji bo aştiya li Îrlandaya Bakur bi lîderên Sinn Feinê re muzakere û hevdîtin hatin kirin. Ji bo li Efrîqeya Başûr aştî çêbibe diviyabû Mandela bihata berdan. Ji bo li Îrlandaya Bakur pêvajoya aştiyê pêş bikeve gelek girtî hatin berdan. Divê were qebûlkirin ku gelê Kurd jî Ocalan weke berdevkê xwe dibîne. Heke muzakereyek çêbibe, divê ev yek were naskirin (were berdan).” 

MA/MUJDAT CAN-HÎVDA ÇELEBÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.