Hestên mezin xeyalên mezin diafirînin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 23 Nîsan 2025 - 00:35

JIYAN PÎRAN / ROJNEWS / MEXMÛR

Xwendevanên dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn a Mexmûrê ku di pêşbirka helbestan a Mihrîcana 4’ê Nîsanê de pile girtibûn gotin: “Nivîsîna helbestan ya bi Zimanê Kurdî wate dide jiyana me.”

Her sal xwendevanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi coşek mezin amadekariyên pêşbirkên Mihrîcana Çand û Werzîş ya 4’ê Nîsanê dikin û beşdarbûna xwe ji pêşbirakan re çêkirin. Îsal jî bi heman hest û coşê xwendevanên dibistana amedeyî ya Şehîd Koçerîn beşdarî pêşbirka helbestê bûn.

Têkildarî vê mijarê me xwest em hest û nêrînên xwendevanên ku pile wergirtine bi were parve bikin. Jiyan Unver û Zeynep Yilmaz yên ku di nivîsîna helbestên xwe de pile girtîn hestên xwe anîn ziman.

‘Mirov fêrî çi bibe başe’

Xwendevana dibistana Amadeyî Jiyan Unver di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku xwesteka wê ya nivîsîna helbestan hîn di zarokatiyê de destpêkiriye û got: “Min di zarokatiya xwe de gelek caran li ser dikê helbest xwendine. Piştî ez derbazî dibistan navîn bûm û şûnde min dest bi nivîsina helbestan kir, bi demê re hestên min yên nivîsîna helbestan zêdetir bûn. Ez hersal beşdarbûna xwe di pêşbirka helbest nivîsînê ya Mihrîcana 4’ê Nîsanê de dikim. Min carekê din jî pileya yekemîntî girt û vê carê jî ez bûm dûyemîn. Mirov fêrî çi bibe başe.”

‘Divê em hestên xwe bi zimanê xwe bînin ziman’

Jiyan diyar kir ku ew di demê xwe yên vala de yan jî di kêliyên aciz dibe de helbestan dinivîse û wia dibêje. “Ez hem ji nivîsandina helbestan hem jî ji xwendina helbestan hez dikim. Dema ez helbestê ji bo Mihrîcana 4’ê Nîsanê dinivîsim, ez li gorî wateya 4’ê Nisanê dinivîsim, gelek caran jî li ser şehîd, Rêbertî û xwezayê dinivîsim. Ez dixwazim bibim bijîşkek baş. Ji bo ku em zimanê xwe bi parêzin û zimanê xwe dewlementir bikin, pêwîste em hestên xwe bi zimanê xwe bînin ser ziman.”

‘Xwesteka min a nivîsîna roman heye’

Xwendevana din ya dibistana amadeyî, Zeynep Yilmaz jî diyar kir ku di dibistana navîn de hîn zêdetir bala xwe daye li ser xwendin û nivîsina wêjeya Kurd û wiha pêde çû: “Bi alîkariya hevalên xwe min xwe di nivîsandina helbestan de pêşxist. Di demê dibistan heyî de nikarim helbestan binivîsim, lê di betlaneyên dibistanê de ez dinivîsînim. Ez piranî têkildarî jiyana Kurdan û bi Kurdî dinivîsînim. Ji ber ku malbatên me gelek bedelên giran dan da ku em îro bikaribin bi zimanê Kurdî bixwînin û binivîsin. Xwesteka min a nivîsina roman heye. Di pêşerojê de ez dixwazim romanan binivîsim û xwe di aliyê wêjeya Kurdî de pêşbixim. Ger derfetê min çêbibe ez dixwazim pirtûkên Kurdî wergerînim zimanên biyanî da ku wêjeya Kurdan bi wan bidim nasîn.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.