Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir. Di nav bernameyê de 17 çalakiyên cur bi cur hene. Yenîsahne li Batmanê xebatên çandî û hunerî dike. Niha wan bernameya xwe ya vê mehê eşkere kir. Bernameya Yenîsahneyê 2'yê gulanê bi lîstika wan "Bekoyê Ewan" dest pê dike û 31'ê mehê bi lîstika Şaneşîn Performansê "Ji Kela Dimdimê" temam dibe.
Lîstika 'Bekoyê Ewan'
"Bekoyê Ewan" lîstika şanoyê ya Yenîsahneyê ye û Îhsan Arat bi rê ve biriye. Ev lîstik ji bilî 2'yê mehê, 8, 15 û 29'ê mehê jî wê li ser dika wan be. Li aliyê din "Bekoyê Ewan" vê mehê dê here çend cihên din jî. Ji van 10'ê mehê li Cizîrê, 11'ê mehê jî li Şirnexê wê bê lîstin.
Du gotûbêj
Di nav bernameyê de du gotûbêj hene: Yavuz Ekinci 7'ê mehê, Ahmet Çikar jî 19'ê mehê wê li Yenisahneyê wekî axifger beşdarî gotûbêjê bibin û paşê pirtûkên xwe îmze bikin.
Ji bilî van lîstika "Elsa Buzlar Diyarinda" 3 (saet 13b00) 24 û 31'ê mehê (saet 14.00) bê listin. Lîstika "Karkakarişik" 22'yê mehê, lîstika Şaneşîn Performansê "Ji Kela Dimdimê" jî 31'yê mehê wê bê lîstin. "Ji Kela Dimdim" ku derhêneriya wê Recep Îçen kiriye meha borî li Başûr di festîvalê de hatibû nîşandayîn bi xelata Derhênerê Herî Serketî vegeriya bû.
Û Festîvala Karkeran
Di nav bernameya Yenîsahneyê de nîşandayîna fîlmên karkeran jî hene. Ev di çarçoveya Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî de li dar dikeve. Rojên 23, 24 û 25'ê mehê ev fîlm dê bêne nîşandayîn.
Hemû çalakiyên li vê dere saet 20'an de dest pê dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN