‘Rengê jinê ruhê vejînê ye’

Nûçeyên Çand/Huner

În 2 Gulan 2025 - 00:28

Kovara LEWerger ku li ser wergera helbestê weşana xwe didomîne, çar mehan carek derdikeve. Kovarê di sala xwe ya 4'an de hejmara xwe ya gulan-pûşper-tîrmeh-gelawêjê belav kir. Di vê hejmara 9'an de dosyayeke taybet amede kirine. Kovarê ev hejmar bi taybetî ji bo jinan veqetandiye û hemû helbestên hatine wergerandin ên nivîskarên jin in.

Kovarê gotibû ewê tematîk xebatên xwe bidomînin, li ser vê hejmarê gotiye, "Yek ji van geşbûnan jî ew e ku bihar rihê berxwedana jinê di xwe de dihewîne. Rengê jinê rihê vejînê ye ku li çarmedorê dinyayê belav dibe. Me jî loma xwest ku di vê hejmarê da wekî tema, em bi tenê cî bidin helbestên jinan, ango helbestên ku ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin. Bi vê hejmarê em dibin şahidê rengvedana rihê jinê di helbestê de. Her çend ev helbest ji zimanên cuda hatibin wergerandin jî hest û ramanên jinê, ked û hez, evîn û têkoşîn, serkeftin û têkçûnên jinê, êş û kêfxweşiya jinê wekî xaleke hevpar a ku xwe bi helbestê rapêçaye li ber çavên me radixe."

Di vê hejmarê de gelek helbestên ji zimanên cuda ên bi dehan helbestvanên jin wergerandine û belav kirine. Ji Emily Dickinson, Vera Zvyagintseva heta Neda El Şêx Silêman, Suad el-Sebah, Rose Ausländer heta Ingeborg Bachmann helbestên gelek helbestvanên jin êdî bi kurdî ne û di LEWergerê de li ber xwendevan in.

Ji bo têkilî
Mail: lewwerger@gmail.com

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.