‘Bazara Kurdî geş bikin’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 16 Nîsan 2025 - 02:30

  • Nivîskar Mehmet Şîrîn Bûlga yê ku tevli komxebata Egitim Sen'ê ya li ser zimanê dayikê bû da zanîn pêwistiyeke gelekî mezin bi perwerdeye bi zimanê dayikê re heye û got: "Gerek bazara zimanê Kurdî bê geşkirin ku xerîdar zêde bibin. Ev jî encax bi zimanekî xwedî statû gengaz e."

ROZA METÎNA / AMED

Li Amedê di bin serokatiya Şaxa Amed a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim Sen) de komxebatek bi navê "Di perwerdeya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên heyî, astengî, pêşniyazî " hate lidarxistin. Gelek rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî, akademîsyen, perwerdekar û lêkolînerên ziman beşdarî komxebatê bûn. Komxebatê du rojan dewam kir. 

Nivîskar Mehmet Şîrîn Bûlga yê ku tevli komxebata Egitim Sen'ê ya li ser zimanê dayikê bû nirxandin kir. Mehmet Şîrîn Bûlga diyar kir ku komxebat têr û tije derbas bûye û got: "Gerek êdî em biborin pratîkê. Eger hemû sazî û rêxistinên me wek bedenekî entegre bibin, ew pergala ku li ber zimanê me kend û kosp danîne, wê bêgav bimîne ku xwe veguherîne."  

Egitim-Sen dikare rolek girîng bilîze

Mehmet Şîrîn Bûlga di destêpêkê de komxebata li ser navê Egitim Senê hat lidarxistin wiha nirxand: "Hem ji alîyê demê ve û hem jî ji alîyê naverokê ve xebateke rast û dirist e. Mijara perwerdeya bi zimanê zikmakî, ji hemû sazî û rêxistinan bêtir dikeve vegira sendîkayên perwerdehîyê. Ji ber ku xebatkarên perwerdehîyê li van sazîyan bi rêxistin dibin. Eger sendîkayên perwerdehîyê rista xwe ya rasteqîn pêk neynin, wê çaxê dibe ku bi 'Amûra Asîmilasyonê' bên tawanbarkirin. Lê Egitim-Sen di vê pêvajoyê de, bi mîrateya xwe ya sed salî ve dikare roleke girîng bilîze." 

Bandorên komxebatên zimên 

Mehmet Şîrîn Bûlga li ser bandora komxebatên bi vî rengî yên li ser pêşketina zimanê kurdî jî got: "Komxebatên bi vî rengî dibin sedema ku hemû sazî û rêxistin tên li cem hev. Xebat û pêşnîyazên xwe bi hev re parve dikin. Rewşeke vejen derdikeve holê. Minak; her sazî an jî rêxistineke ku bi xebatên ziman ve têkildar e dişibe molekûlek avê. Ji bo çêbûna avê hewce ye ku molekûlên hîdrojên û oksîjenê têkilî hev bibin. Em tînîya zimanê xwe dikêşin. Ger ku hemû sazî û rêxistin di vî warî de bi hev re tevbigerin, wê zimanê me roj bi roj pêş bikeve û em ê jê têra xwe binoşin."

Peyamên derketin pêş 

Mehmet Şîrîn Bûlga li ser peyamên di komxebatê de derketin pêş ev tişt anîn ziman:"Bi gelemperî pêşniyazên derketin pêş ev in: Gerek ji derfetên heyî em sûdê wergirin, lez bidin xebatên standartîzasyona ziman, ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî (Kurmancî – Kirmancî) ji bo hemû astan pirtûk bên amadekirin, ji bo statûya zimanê me li gel NY û UNESCO'yê danûstandinên dîplomasîyê bên meşandin, gerek qada sîyasî ji bo zimanê me di makezagona Tirkîyeyê de bibe xwedî statû lez bidin xebatên xwe."  

Gerek bazara Kurdî geş bibe 

Mehmet Şîrîn Bûlga da zanîn pêwistiyeke gelekî mezin bi perwerdeye bi zimanê dayikê re heye û wiha pê de çû:"Belê, heya zimanek nebe xwedî statû her demê di rewşa sikratê de ye. Ha îro, ha sibehê ber bi mirinê ve diçe. Ez jî wek mamosteyekî dizanim û min gelek mînak dîtine ku perwedeya bi zimanê zikmakî serkeftineke misoger bi xwe re tîne. Xwediyê zimanê me hene lê bazar û xerîdar kêm in. Gerek bazar bê geşkirin ku xerîdar zêde bibin. Ev jî encax bi zimanekî xwedî statû gengaz e."

Nîqaşên girîng derketin holê

Mehmet Şîrîn Bûlga herî dawî bal bir ser encama ji komxebatê derket û got: "Bi nîqaşên du rojan gelek mijarên girîng derketin holê. Hemû rengên Kurdistanî di vê komxebatê de cihê xwe girtibûn. Ev ji bo me kêfxweşîyek e. Em dikarin vê komxebatê wekî destpêkekê bi nav bikin. Li gora min em gelek têr û tijî axivîn. Gerek êdî em biborin pratîkê. Eger hemû sazî û rêxistinên me wek bedenekî entegre bibin, ew pergala ku li ber zimanê me kend û kosp danîne, wê bêgav bimîne ku xwe veguherîne."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.