Berhemên xwendekaran hatin nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

În 2 Gulan 2025 - 00:26

Li Peymangeha Hunerên Xweşik a Çemçemalê pêşangehek şêwekariyê ji bo 120 xwendekaran hat vekirin. Di pêşangehê de nêzî 220 tabloyan hatin nîşandan.

Li Peymangeha Hunerên Xweşik a Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê pêşangehek şêwekariyê ji bo xwendekaran hat vekirin. Di derbarê vekirina pêşangehê de Rêveberê Peymangeha Hunerên Xweşik a Çemçemalê Dara Elî axivî û got: “Me îro Nehemîn Pêşangeha salane ya peymangehê lidarxist. Di pêşangehê de nêzî 200 ta 220 tablo hatine nîşandan. Hemû tabloyên hatin xêzkirin berhemên par yên xwendekaran bûn. Berhemên hatin nîşandan jî ji her sê beşên wênekêşî, peyker û seramîk pêktên. Behemên hatin nîşandan yên 120 xwendekarên peymangehê ne.”

Dara Elî ji ber keda xwendekaran spasiya wan kir û got: “Her çiqas salek tije qeyran û boykot bû, lê karê hunerî ranewestiya û ev pêşangeh kêrhatin û behreyên xwendekaran nîşan didin.” Xwendekara Peymangehê Marya Xazî jî têkildarî vekirina pêşangehê got: “Hemû xwendekarên peymangeha me yên di hemû qonaxan de tevil bûne. Di pêşangehê de berhemên karê wênekêşî, peyker û seramîk hatine nîşandan.”

Peymangeha Hunerên Xweşik a Çemçemalê sala 2008’an hatiye damezrandin. Salane xwendekaran werdigre û ev pêşangeh nehemîn pêşangeha peymangehê ye.

ROJNEWS/ÇEMÇEMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.