- Helbestkar Lîana Evdî da zanîn ku helbest di jiyana wê de cihekî girîng digire û got: "Helbest bû zimanê min e bêdeng. Fikrên ku min nikaribû binîm ser ziman, dibûn helbest. Di nav helbestan de xeyalên min zindî dibûn."
ROZA METÎNA / AMED
Helbestkar Lîana Evdî ya di 1985'an de li Ermenistanê ji dayik dibe di sala 1990'î de koçî Rûsyayê dike. Tevî astengiyên li pêşiya xwe jî dest ji nivîsandina helbestê bernade. Lîana Evdî li ser vê têkoşîna nivîsandinê di sala 2025'an de pirtûka helbestê ya bi navê "Hest û Helbestên Bêdeng" çap dike.
Helbestkar Lîana Evdî têkildarî pênaseya helbestê, çîroka xwe ya nivîsandina helbestê, rola helbestê, têkoşîna di warê helbestê de nêrînên xwe anî ziman. Lîana Evdî wiha got:"Em dikarin bêjin rol û hêza helbestê li ser mirovan gelek e. Helbest jiyana me geştir û watedartir dike. Bi helbestê û di wêjeyê de mirov dikare hînî wêrekiyê bibe."
Lîana Evdî di destpêkê de li ser pênaseya helbestê wiha got:"Helbest zimanê dil e. Helbest zimanê bêdengiyê ye. Zimanê êşê, şahiyê ye. Zimanê evînê û çîroka demê ye. Helbest di jiyana min de cihekî girîng digire. Helbest bû zimanê min e bêdeng. Fikrên ku min nikaribû binîm ser ziman, dibûn helbest. Di nav helbestan de xeyalên min zindî dibûn."
Keça Êzidî û helbest!
Lîana Evdî ya bal bir ser çîroka xwe ya nivîsandinê wiha dewam kir:"Jixwe çîroka nivîsandina helbestê ya min dijwar bû. Di zarokatiya xwe de min dest bi nivîsandina helbestê kir. Wê demê min bi Rûsî dinivîsand. Lê belê ji aliyê malbatê ve jî min zehmetî didît. Bavê min nedihişt, digot keça êzidî û helbest nabe. Ez heşt-neh salî bûm. Qaxizên min en helbestê çirandin. Wexta hatim 12 saliya xwe min dîsa helbest nivîsand. Vê carê malbata min helbestên min şewitand. Dema ez zewicîm jî min ji tirsan bi dizî helbest dinivîsand. Hevjînê min got heger tu dixwazî fikrên xwe bi rêya helbestê bîne ziman tu serbest î. Hevjînê min rojekê helbesteke min bi dizî şand pêşbirkekê û ez yekem hatim hilbijartin. Di sala 2015'an de min li ser medyaya civakî li helbesta kurdî guhdar kir û ez bûm aşiqê hunera zimanê helbesta kurdî. Min dest bi fêrbûna zimanê kurdî kir. Ez gelekî kêfxweş im ku bi kurdî helbestan dinivîsim."
Helbestên bê nav ji bo bêdengiya jinan
Lîana Evdî bal bir ser mijarên helbestên xwe û wiha pê de çû:" Piranîya helbestên min li ser evînê ne. Mixabin gelek caran derdikeve holê ku em jin li hember tiştên ku tên serê me bê deng in. Min xwest bibim zimanê bêdengiya jinan. Min xwest ez bibêjim ku em jin jî dikarin hez bikin û evîna xwe bi xweşikî bînin ser ziman. Ji ber ku civaka me hestên jinan bi rast û dirûstî fêhm nake em bêdeng in. Ji bo wan jin tenê mal, malbat û xwediyê zarokan e. Jin ji ber zextên civakî nikarin bi tevahî xwe eşkere bikin, tiştê ku di dilê wan de diqewime vebêjin. Hemû helbestên min bê nav in. Min xwest xwendevan xwe di nav helbestan de bibînin û nav bi gor dilê xwe lê bikin. Hêvîdar im kesên bixwînin navekî li gor dilê xwe li hestên xwe bikin û bi hest bijîn."
Helbest mirovan wêrektir dike
Lîana Evdî da zanîn rola helbestê ya li ser civakê jî gelekî girîng e û wiha dewam kir: "Helbest di çanda me de, di folklor û zimanê me de cîyekî girîng digire. Mirov bi helbestê hewl dide xwe, daxwaz û tirsên xwe baştir fam bike û didê fêmkirin. Ev diyaloga di navbera dil, mejî û hest bi xwe de ye. Hewldanek ji bo fêmkirina hestên tevlihev û mantiqê ye. Helbest rê dide me ku em fikrên xwe, eşqa xwe, şahî û bîranînên xwe bi rengekî ku wan diparêze bîne ziman. Em dikarin bêjin rol û hêza helbestê li ser mirovan gelek e. Helbest jiyana me geştir û watedartir dike. Bi helbestê û di wêjeyê de mirov dikare hînî wêrekiyê bibe."
Hest û hunera helbestê
Lîana Evdî da zanîn helbest jî beşeke hunerê ye û got:"Bi fikrên min, helbest jixwe şêweyeke hunerî ye û mirov her tim bi rêya afirînerîyê li xweîfadekirinê geriyaye. Helbest ji bo parvekirina hestan tê nivîsandin. Helbest bandorê li ser hest û xeyalên mirova dike, zanîn û nirxên mirovan, başî û xirabiyê, dîrok û bîranînên bûyerên girîng, girêdana mirov û xwezayê, kevneşopiyên kevnar radigihîne, derdixe pêş. Ew bi hev re girêdan e. Helbest bê hest nabe, huner bê helbest nabe."
Xizmeta wêjeyê girîng e
Lîana Evdî li ser girîngiya kar û xebatên di warê helbestê de jî ev nirxandin kir:"Ger ku armanc xizmet be û bi awayê pêşxistina xizmetê be ferq nake. Xizmeta di warê her beşên wêjeyê de girîng e. Di helbestê de çand û dîroka mirovan hatiye berhevkirin. Vê yekê hiştiye em çand û hunera xwe biparêzin. Kar û xebatên di warê helbestê de jiyana me dewlemendtir û watedartir dike. Di nav wan salên dawî de em baş dibînin ku li ser helbest û wêjeyê gelek kar tê kirin. Ez jî di nava kar de cih digirim. Îsal dibê pênc sal ku di koma Înstîtuya Kurdî li Stockholme de cih digirim. Ez gelekî kêfxweş im ku perçeyekî ji vê xebatê me. Em bi taybet dixwazin jinan di nav karên wêjeyê de bibîne û qîmetê bide kar û xebatên wan."
Bêyî ziman nasname ava nabe
Lîana Evdî da zanîn li dijî êrişên li ser ziman û wêjeya kurdî ew ê her tim têkoşîna xwe bidomînin û wiha bi dawî kir: "Ji ber ziman û wêjeya kurdî çand û hunera kurdî gelekî dewlemend û girînge loma jî her tim êriş lê hatine kirin. Lê belê zimanê me nasnameya me ye. Divê em malê xwe bikin dibistan û li vê dewlemendiyê xwedî derketin. Divê em li her qadê têkoşîna ji bo parastina ziman çand û hunera xwe bidin. Bêzimantî yanî bênasnametî ye."