Def û jin li Palangan bûn yek

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Gulan 2025 - 00:24

ÎSRA AZÎZÎ / NÛJINHA / PALANGAN

Duh bi hezaran kes ji seranserî Îranê, herêma Rojala, her wiha beşdarên ji herêma Kurdistanê li gundê Palangan a Rojhilatê Kurdistanê ji bo şahiya def lêdanê kom bûn.

Beşdaran bi riya vê şahiyê peyamên li ser dijberiya xwe li dijî dîlgirtin û zilmê dan. Di merasîma şahiyê de helbest li ser têkiliya jin bi jîngehê re û girîngiya parastina xwezayê ji perspektîfa jinên Kurd hatin xwendin.

Gundê dîrokî yê Palangan di çanda Kurdan de cihek taybet digre û def li vê herêmê amûrek girîng e. Hevjiyana giyanî ya Palangan û defê bûye çaçroveya pîrozbahiyek ku jin tê de rolek girîng dilîzin. Di şahiyê de hejmarek mezin ji jinên li defê didin ji Îran û Kurdistanê beşdar dibin. Tevî cudahiya çandî û zimanî jî ew bi hevdu re wêneyê yekîtiya jinan diafirînin.

Jinên ku beşdarî şahiyê bûne hestên xwe parvekirin.

Beşdariya jinan xurt bû

Ferîba Kavîd ku ji Urmiyê ye û li defê dide wiha dibêje: "Ev bû heft sal in li defê didim û cara duyem e beşdarî şahiyê dibim. Ev şahî bi hebûna jinan tê naskirin ku ji bo min û hemû jinan çavkaniya serbilindiyê ne." Şîma Cefar jî ku ji Cîlanê ye û yekem car beşdariya şahiya Hezar Defê dibe wiha got: "Ev bû sê sal li benda vê rojê me û ev cara yekem beşdariyê şahiya Hezar Defê dibim. Hebûna jinan xurt bû û ew ji deverên cuda tevî astengiyan berê xwe dan cihê şahiyê. Bi hêvî ne ku di salên pêş de ev derfet carek din çêbibe û şahiyên xwe li dar bixin."

'Cihê serbilindiyê ye’

Şhîn Rehêmî ku bi xwe ji gundê Pelnegan e hestên xwe ji bo şahiyê wiha anî ziman: "Ev cara sêyemîne ku şahiya Hezar Def li Pelengan tê lidarxisitin. Em kêfxweş in ku mêvanên ji deverên cûda tên gund û pêşwaziya wan dikin. Nêzîkî deh salan e ez karê def lêdanê dikim. Ez pêşwaziya muzîkjenên jin dikim ku ji deverên cûda hatine vir. Em bi tena serê xwe fêrî lêdana defê bûn. Piraniya jinên gund defê didin û ev ji bo me cihê serbilindiyê ye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.