RONÎDA HACÎ / NÛJINHA / HESEKÊ
Hefteya wêjeyî ya sala 2025’an ku ji aliyê Dîwana Wêjeyî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat orgenîzekirin, li salona Xabûr a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê, di bin dirûşmeya “Li Sûriyeyê rola wêjeyê ya di pêşxistina gotûbêj û danûstandina çandî de” hat lidarxistin.
Di roja yekem de, li ser rola wêjeyî ya di pêşxistina diyalogê û qebûlkirina çanda pêkhateyan a di Sûriyeyê de, roja duyemîn li ser zindîkirina çandê ya piştî qirkirin û binpêkirinan, roja sêyemîn li ser doz û wêjeya jinê di Sûriyeyê de, roja çaremîn li ser wêjeya jinê di navbera Şam û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, roja pêncemîn li ser dozên rexnekirin û wêjeyê, roja şeşemîn û dawî jî li ser ‘girîngiya rexnekirinê di wêjeyê de û qebûlkirina wê nîqaş hatin kirin.
‘Dîroka bê nivîs dîrokek wenda ye’
Rewşenbîr Şêrîn Ebas ku beşdarî hefteya wêjeyê bûye, destnîşan kir ku rola jinan di pêxistina wêjeyê de roleke bingehîn e û wiha pê de çû: “Di Şoreşa Rojava de jinê rolek girîng di wêje û nivsandinê de lîstiye. Her wiha di riya wêje û nivîsê de jinê bi pênûsa xwe xwest doza jinê û rola wê di hemû qadên jiyanê de bîne ziman û tekoşîn û berxwedaniya ku dimeşîne, binvîse. Ji bo ku nivîsa wê di dîrokê de bibe şahid, nivîsandin tiştekî pir girîng e. Dîroka bê nivîs, dîrokek wenda ye.”
‘Jin xwedî li deskeftiyên şoreşê derdikevin’
Şêrîn balkişand ser girîngiya nivîsandinê ya bi pênûs û zanista jinê jî. Şêrîn wiha got: “Di vê hefteya wêjeyî de 2 roj bi taybetî li ser doza jinê û rola wê ya di wêjeyê de hene. Armanca me, em bikarbin kar û xebatên salane yên wêje û nivîskaran binirxînin û em bizanin ku çawa emê kar û xebatên xwe bipêş bixin. Pir girîng e ku kêliyên dîrokî û deskeftiyên şoreşa jinê bi pênûs û zanista jinê were nivîsandin. Ji bo ku jin xwedî li van kêliyên dîrokî û keda bi salan derkeve. Pêwîst e jin di vê qadê de xwe baş ava bike û bibe bersiva li hember planên qirkirin û tunekirinê.”
Banga li jinan
Şêrîn li ser girîngiya rola jinan a di wêjeyê de sekinî û di dawiya axaftina xwe de bangek wiha kir: “Banga me ji tevahî jinan re ku xwedî li wêjeyê derkevin. Jin bi wîcdan, hest û zanista xwe wê xwedî li deskeftiyên şoreşê derkeve û pênûsa xwe bike dengvedana tekoşîna hemû jinan.”