Dîroka 6 hezar salan: Medreseya Sor

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 11 Kanûn 2024 - 02:10

Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi dîroka xwe yek jî devera bala dikşînê ser xwe ye. Cizîr bi sûr, medrese û avahîsaziya xwe ya dîrokî nav û deng e. Dîroka bi hezaran salan li vê navçeyê li ser pêyan e. Yek jî ji van cihên Dîrokî Medreseya Sor e. Ji ber ku diwarên medreseyê heta banê wê bi kevirên sor hatiyê çêkirin jê re dibêjin Medreseya Sor. Gelek helbestvan, nivîskar û alimên Kurd jî di vê medreseyê de perwerdehî dîtinê. Yek jî ji van alimên Kurd Meleyê Cizîrî ye. Meleyê Cizîrî ku nivîskar û alimekî navdar e, gora wî jî di nava medreseyê de ye.

Medreseya Sor yek ji taybetmendiya Cizîreyê ku her sal li bajarên Kurdistanê û derveyî welêt bi hezaran kes tên serdanê. Medreseya Sor di salên 900 -1495 û 913-1507 de ji aliyê mîrê Mîrtiya Azîzan Şeref Xan ve li ser sûrên li rojavayê Cizîrê hatiye avakirin. Avahiya Medreseya Sor bi mîmariya xwe ji cureyên medreseyên hewş vekirî ye. Di nava gel de bi navê “Medresa Sor” tê binavkirin. Medreseya Sor, li rojavayê Cizîrê li ser sûrê hatiye avakirin. Ji ber ku bi piranî bi tuxleyên sor hatiye avakirin ji wê re “Medreseya Sor” hatiye gotin. Ji bo têketinê li pêşiya deriyê wê yê ji derve 4 nêrdewanên bi kevir hene. Li aliyê wê yê başûr sê eywan hene û mizgefta medreseyê jî di vê beşê de ye. Tirbeya Mela Ehmedê Cizîrî li aliyê rojhilat yê mizgeftê ye. Li aliyê bakur ê medreseyê bakûr sê eywan hene; ya aliyê çepê mîhraba wê ya zivistanî jî heye. Eywana aliyê rastê jî vekiriye. Eywanên wê bi çal û mirtik in. Serdera eywanan bi qube ye. Tirbeya Melayê Cizîrî jî li aliyê Rojhilat ê mizgeftê ye.

Hat restore kirin

Medreseya Sor di 30ê Îlona 2019an de ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Wakfan ku giredayî Wezareta Geştûguzariyê ve hat restorekirin. Restoreya medreseyê 4 salan dom kir. Hin îdîa li ser restorasyona medreseyê hene ku di binê medreseyê de tunel hatiyê vêkirin û berhemên dîrokî yê medreseyê hatine dizîn. Medrese bi berdela 4 milyon 42 hezar û 289 TL hat restorekirin. Her çiqas dîroka medresê xwe dispêre sedsala 13’an jî piştî restorasyonê ji ber ku heman malzeme nehatibûn bikaranîn taybetmendiya medresê jî xira bû.

Di penca Weqfa Hayratê de ye

Medreseya Sor di 5ê Nîsana 2023’an de ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê ve tahsîsî Weqfa Hayratê ya girêdayî cemaeta Nûrê hat kirin. Piştî medrese tehsîsî Weqfa Hayratê bû aliyê rastê yê Medreseya Sor ket destê Diyanetê û aliyê wê yê çepê ket destê Weqfa Hayratê. Beriya ku medrese tehsîsî Weqfa Hayratê bê kirin Hatîce Atan a AKP’yî ku weke ‘keça Erdogan a manevî” tê binavkirin serî li Midûriyeta Giştî ya Weqfan dabû ku tehsîsî Waqfa Hayratê bê kirin. Midûriyeta Giştî ya Waqfan jî serîledana “Keça manevî” ya Erdogan erê kir û Medreseya Dîrokî pêşkeşî Waqfa Hayratê kir. Waqfa Hayratê di sala 1974’an de avabûye û di dema desthilata AKP’ê de jî di sala 2016’an de wekî “weqfa ji bo mifha cemaweriyê dixebite” hatiyê qebûlkirin. Weqfa Hayratê di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê jî piştgiriya hezên cîhadîst kiribû. Her wiha Weqfa Hayratê di sala 2020’an de ji bo komên cîhadîst ên li Idlîbê kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin û alîkariyên ku berhev kiribûn bi TIR’an biribûn Idlibê.

AW/MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.