Şanoyeke nû; Ji Kela Dimdimê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 15 Nîsan 2025 - 00:21

Koma şanoyê Şaneşîn Performansê bi navê "Ji Kela Dimdimê" lîstikeke nû derxist.

Derhêneriya berhema “Ji Kela Dimdimê” Recep Îçen kiriye û bingeha xwe ji romana Erebê Şemo û manzûmeya Feqîyê Teyran werdigire.

Berhem, mijarên evîn û berxwedanê bi kûrahî dihundirîne û bi taybetî li ser çîroka lehengên jin ên bihêz disekine.

Li gorî gotina Şaneşîn Performansê lîstik, bi çîroka du ciwanên evîndar ên bi navê Dîlber û Şebab dest pê dike lê evîna wan ji evîneke takekesî zêdetir berxwedana civakî û çandî tîne ser dikê.

Şaneşî Performansê di nivîsa danasîna lîstikê de ragihandiye, “Ev berhem ne tenê çîrokeke evîniyê ye, berhem her wiha temayên lêgerîna nasnameyê, têkoşîna azadiyê û hêza jinan jî bi kûrahî vedibêje.

‘Ji Kela Dimdimê’ bîra civakî, nasnameya çandî û berxwedanê li ser dikê ji nû ve şêwe dike. Şaneşîn Performans bi vê berhemê temaşevanên xwe ne tenê vedixwîne ku şopa demên berê keşif bikin, di heman demê de wan dawet dike ku li ser nirxên gerdûnî yên îro û paşerojê bifikirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.