Filmkartona dîroka Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 28 Mijdar 2024 - 00:23

Otonomiya Federal a netewî û çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê bi piştgiriya Ajansa Federal a Karê Netewan a Rûsyayê filmkartonekî ku cih dide dîroka Kurdistanê amade kir.

Danasîna film wê di 1’ê Kanûnê de li Mala Kurda ya li paytexta Rusya Moskovayê pêk were. Merasîma danasîna film wê ji aliyê Hevserokê Otonomîya Kurdên Rûsyayê Ferhat Patîyev û derhênera fîlm Gulwayra Kûtsenko ve were bi rêvebirin. Film bi zimanê Rusî ye. Lê tê hedefkirin ku wergera wê ya bi zimanê kurdî jî bê kirin. Otonomiya Federal a netewî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê di derbarê naverok û armancê film de ev agahî dan:’’Fîlm li ser zarokekî kurd e, ku di dibistaneke Rûsyayê de dixwîne. Navê wî Agir e. Di dibistanê de jê re derfetek tê dayîn ku dîroka gelê xwe bide naskirin û ew dersekê li ser Kurdistanê dide hevalên xwe yên şagirt. Ji bo Kurdên Rûsyayê ev projeyeke nû ye. Di dîroka vê qadê de fîlmên anîmasyon an jî karton ên kurdî nehatine çêkirin. Piştre wê were wergerandin bi zimanê Kurdî û ji bo raya Kurdistan û cîhanê jî were pêşkêşkirin. Amadekarê fîlmê Otonomîya Federal a netewî û çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê ye. Proje bi piştgirîya Ajansa Federal a Karê Netewan a Rûsyayê tê pêkanîn.

Armanca fîlm danasîna dîrok, çand û rastîya gelê Kurd ji bo gelên cîhanê ye.’’ Otonomiya Federal a neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê bang li derhênerên Kurd jî dike da ku giranî bidin avakirina filmkarton û filmên anîmasyonê yên ku rastîya çand, ziman û dîroka gelê Kurd didin naskirin. Di vê demê de vegotina rastîya Kurdistanê ji bo zarok û ciwanên cîhanê bûyereke jîyanî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.