SANÎA MURADÎ / NÛJINHA / SINE
Bi armanca Roja Karîkaturan, komek karîkaturîstên li Sineya Rojhilatê Kurdistanê gihîştin hev û bi mijara ‘pirtûk û çandê’ pêşangeha xwe ya 12’an vekirin. Di vê pêşangehê de 5 jinên karîkaturîst ên bi navê Baharak Zarei, Şîlan Hoşyarî, Sanam Afzalî, Parastu Forouhî û Çiya Fathî cîh digirin. Ev pêşangeh wê di navbera 16-19’ê Nîsanê de bi beşdariya 16 jin û mêrên hunermend vekirî be.
Armanca vê pêşangehê hişyarkirina civakê ya di aliyê hawirdorê de ye. Aktivîstên hawirdorê bi amûrên cûda hewl didin hişyariyên pêwîst bidin. Hinek caran vê hişyariyê bi zimanê qerf û karîkaturan tînin ziman. Berhemên ku di pêşangehê de cîh girtin, mijarên weke birîna daran, texrîbkirina nebatan, qirêjiya hewayê, qetbûna tebeqeya ozonê, ji bo nefşên pêşerojê çavkaniyên xwezayê namîne, kêmbûna oksîjenê, krîzên din ên gef li hawirdorê dixwe, digrin dest.
‘Guherînên hawirdorê bandorê li tenduristiya mirov dikin’
Karîkaturîstên di vê pêşangehê de, fikarên xwe yên derbarê pêşerojê de bi zimanek dîtbarî û rexnegir anîne ziman û xwestin ku van fikaran ji civakê re baş ragihînin. Wisa ye ku temaşevan li ser berheman hinek difikirin û kurbûna felaketê fêm dikin. Beşek berheman di mijarên pirtûk û xwendinê de belav bûne. Li gel zêdebûna telefonên bi aqil û torên civakî, mijarekeke ku ji jiyana mirovî dûr dikeve ye. Ev guherîn tenê bi nêzîkatiyên vegera jiyanê re nemaye, di heman demê de bandor li tenduristiya beden û ruhî ya civakê dikin.
‘Bi tinekirina xwezayê re mirovahî jî tine dibe’
Karîkaturîst Baharak Zarei ku di pêşangehê de cîh digre, da zanîn ku ev pêşangeh wek kom hatiye lidarxistin û di vê pêşangehê de sê berhemên wê cîh digrin. Baharak wiha got: “Li gorî min, di pêşerok ne gelek dûr de xweza, bêyî encamên wê were fikirîn ji aliyê mirovên ku çi dixwazin bikin ve wê tune bibe. Tunekirina xwezayê rê li ber tunekirina mirovatiyê vedike.”
Bi hunerê civakê hişyar dikin
Baharak Zarei berhemên xwe yên di pêşangehê de bibîr xist û ev tişt gotin: “Di vê wêneya de, mirov ancax bi alîkariya darek di qutiyek biçûk de dijî, bizane ger ev şitil tune bibe wê ew jî tune bibin. Yek ji majarên berhemên min, cixare û dûman e, wek li cihê daran hatine çandin, qotikên bê rêk û pêk davêjin xwezayê, li aliyê din dar tên birîn. Mirovên ku tenê berjewendiyên xwe difikirin û bêyî guh bidin hawirdorê, jiyana xwe didomînin. Di berhemek min de jî min talankirina daran aniye ziman û ev paytexta netewî ne diyar e bi ku ve diçe. Zindiyên ku di daran de dijîn hilweşîna qadên jiyanê, parçeyek ji vê felaketê ye.”
Baharak Zarei hêvî û bendewariyên xwe yên ji bo pêşerojê jî di dawiya axaftina xwe de anîn ziman û wiha got: “Hêvîdar im ku ev berhem ji aliyê temaşevanan ve bi bandor be û ji her demê zêdetir hawirdor were parastin û ev jî wek hişyariyê ye.”