RAFÎF ISLÎM / NÛJINHA / XEZA
Îsraîl, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha êrîşên li ser Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Li Xezayê hema bibêje hemû avahî hilweşiyane. Hêzên Îsraîlê bi taybetî jin û zarokan hedef digrin, bombeyan bi ser kesên li konan dimîn dibarînin. Li Zîvala Xezayê ji her alî ve dorpêç heye û hemû kes ji vê yekê zirarê dibînin. Kesên hunermend jî her dem bi mirinê re rûbirû dimînin lê berhemên wan li pêşangehên navneteweyî tên pêşandan. Di her berhemê de behsa komkujiyên li bajar tê kirin.
Cîhad Jarbou ya wêneyan çêdike diyar dike ku tecrubeya hunerî ya di dema şer de ji ya berê cudatir e. Cîhad Jarbou balê dikşîne ku beriya şer ji bo çêkirina berheman, gelek cerebeyan dikir, her dem li ser peyamên di berheman de disekinî û diyar dike ku beriya êrîşan jî di berhemên xwe de li ser dorpêçê wêne xêz kirine lê niha bûyerên ku diqewimin belge dike.
Bi awayên cuda dibe dengê Xezayê
Cîhad Jarbou diyar dike ku bi destpêka êrîşan re bav û birayê wê hatine kuştin, demek dirêj fikiriye bi awayekî çawa hunerê bike û dibêje ku bi pirtûkek taybet a bi navê "Here Is My Life" dest bi tecrubeya dokumanter kiriye. Cîhad Jarboy got ku wê ji têgeha derxistina ji cih û warê xwe bigre, heta mirovên ku ji bo avê dikevin rêzê, ji malên xwedîkirinê heta mehremiyeta di konan de, li ser gelek mijaran disekine. Cîhad Jarbou her wiha li ser wênesaziya ku navê "Hafiza" lê daniye jî kûr bûye. Di berhemên xwe de bi bikaranîna rêbazên cuda tiştên cuda diafirîne û di heman demê de dengê bav û birayê xwe yê ku hatine kuştin radigihîne.
‘Dixwazim serpêhatiya xwe vebêjim’
Cîhad Jarbou diyar dike ku beriya dorpêçê berhemên wê di pêşangehên cuda yên navneteweyî de hatine pêşandani ji ber dorpêça heyî nikare berhemên xwe çêbike û wiha dibêje: “Dengê roket û bombeyan derûniya min xirab dike. Ji ber êrîşan nikarim bixebitim lê evîna min a hunerî didome. Ez dixwazim serpêhatiya xwe vebêjim. Ji ber dorpêçê nikarim xelatên ku li welatên din ji bo berhemên min hatine dayîn bigrim. Ev yek jî min gelek diêşîne û şîna min dike du qat.”