Hunera ji xurdeyan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 18 Hezîran 2025 - 00:20

Li gundê Simêhan Xerbî bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê, maleke bi kerpîçan hatiye çêkirin, ji yên din cuda xuya dike.

Li baxçeyê malê ku li qiraxa çemê Ceqceq ê li ber ziwabûnê hatiye çêkirin maketên wekî balafir, sîstemên pompekirina petrolê, xanî û aş, bala me dikişînin û em jî bi meraqdariya rojnamevaniyê berê xwe didin malê û silavekê didin.

Xwediyê malê Elî El Şamî yê 57 salî ye. Piştî sohbeteke kurt em çîroka maketan hîn dibin. Elî El Şamî berê karê hesinkariyê kiriye. Di pîşeya hesinkariyê de piştî ku çavên wî nuqsan dibin, ji neçarî dev ji pîşeya xwe berdide.

Elî El Şamî ji bo debara xwe dest bi firotina alavên elektrîkê dike û di demên xwe yên mayî de jî mijûldariya xwe ya li ser hesin didomîne. El Şamî ku beriya 20 salan dest ji hesinkariyê berdide û berê xwe dide çêkirina peyker û maketên ji hesinên xurde.

Di şevên dirêj ên zivistanê de huner

El Şamî bi sebat û sebir hesinên xurde veguherandine hunerê. El Şamî berhemên di encama hewldanên xwe de çêkirine yên wek maketên balafiran, mekanîzmeyên pompekirina petrolê, mal û aş, di baxçeyê mala xwe de nîşan dide û her wiha fisqiyeyek jî ji hesinên xurde lê çêkiriye. El Şamî dibêje ji xebata xwe gelekî hez dike û nemaze di şevên dirêj ên zivistanê de dema xwe dide vê hunerê.

Elî El şamî diyar dike ku çêkirina hin berheman bi mehan diajo, lê xebat kêfxweşiyê dide wî û ew tu berhemên xwe ji bo firotinê çênake, lê carinan wan wek diyarî dide hevalên xwe. Baxçeyê mala El Şamî êdî veguheriye qadeke pêşangehê û heval, cîran û gundiyên wî wê ziyaret dikin û wêneyan lê dikişînin.

ANHA/HESEKÊ 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.