Çanda Kirmanşanê ya jibîrçûyî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 10 Hezîran 2025 - 00:32

Li bajarê Kirmanşan yê Rojhilatê Kurdistanê bi pêşangehekê balê birin ser çanda bajar.

Li navenda Belûtî ya Kirmanşanê bi sernava ‘Bîranînên ji bîr çûyî’ yekemîn pêşangeha hunerî ya xwendekarên ciwan a Mêhrewerzan ji 6’ê Hezîranê ve hatiye vekirin û wê heta 11’ê Hezîranê vekirî bimîne.

Di pêşangehê de 40 tabloyên ku ji aliyê 21 hunermendên ciwan ve hatine xêz kirin tên nîşandan.

Di wêneyên hatine xêzkirin de îşaret bi xem, xweşî, hêvî û resentiya jiyana xelkê Kirmaşanê hatiye dayîn. Her wiha di wêneyan de balê birine ser çanda herêma Kirmanşanê jî.

ROJNEWS/KIRMANŞAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.