Keçên Sineyê li Helebceyê konserek dan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 17 Nîsan 2025 - 02:15

Koma muzîkê ya Keçên Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, ku ji heşt keçên hunermend pêk tê, bi cil û bergên çandî yên Kurdî serdana Helebceyê kir û konserek pêşkêş kir.

Rêveberiya Ciwanên Helebceyê konserek taybet bi hevkariya Koma Muzîkê ya Keçên Sineyê lidar xist. Bi sedan kesên ji temenên cûda beşdarî vê konserê bûn.

Rêveberê Çand û Ciwanên Helebceyê Eriwan Selah, derbarê konserê de axivî û got: “Weke Rêveberiya Ciwanên Helebceyê em li bajarê xwe her tim piştgiriyê didin aliyên hunermendî û çandî, da ku çanda Kurdî vejînin. Îro jî me konserek hunerî ji bo koma muzîkê ya Keçên Sineyê lidar xist. Hemû stranên ku pêşkêş dikin, stranên resen yên Kurdî ne.”

Her wiha hunermenda mûzîkjen Esel Ferşîd têkildarî konsere hestên xwe parve kir û got; “Em ji bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatine Helebceyê û konserê pêşkêş dikin. Em ji Helebceyê gelek hez dikin. Koma me ji 8 kesan pêk tê. Ji bo xizmetkirina hunera Kurdî û bajarê Helebceyê, em bi 12 stranên Kurdî beşdarî vê konsere bûne.”

HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.