OSMAN KAPAN
Lîlîth, di mîtolojiya Kurdan a bi navê destana Gilgamêş de navekî sereke ye. Di civaka Maderşahî de xwedî hêzeke xwedavendî ye. Ango bi xwedan re xwedî heman hêzê bû. Heta di gelek biryar û kirinan de hêza wê hîn pirrtr bû. Lewra di civaka xwezayî de jin bi her awa yî li pêş e û ya civakê bi rê ve dibe, rê nîşan dide ew e. Jin di nava civakê de pîroz e û qedrê wê pirr e. Hem ji hêla aborî, hem ji hêla sincî ve li pêş e. Babeta Maderşahî, civaka xwezayî û rola jinê pirr berfireh e. Em nakevin wê babetê. Me got em ji aş û bajar bidin hev ka çi ber me ket. Em çûne aş, di rê de em leqayî Lîlith bûn, çav bigirî lê dev liken bû. Me jî got; ka em binerin. Îca em dixwazin bi kinasî û li gorî baweriya Cihutiyê çawa ji destana me derbasî Tewratê bû ye vebêjin.
Wekî me di serî de jî gotî, Lîlîth di destana Gilgamêş de Xwedavende. Nivîskarê destana (Yê ku kom kirî, lewra destan bi pirranî di nav gel de têne gotin, pişt re yek kom dike…) Gilgamêş, Sîn-Lekî Unnînnî ye ,bi eslê xwe Gutî ye. Bes ji bo ku dîroka Kurda tim bi destê serdestan hatiye nivîsandin ,mîna malê mîrate kî gihiştiye çi ji xwe re biriye û wekî ya wan be ji xwe re kirine mal. Ango kirine çand û hunera xwe. Halweye ku lêkolîneke heqîqî û zanyarî were kirin dê baş bê dîtin, pirr tiştên qedîm an bav û kalên Kurda afirandine, an jî şirîkên wê yî hevpar in. Helbet em ne bi rengekî nijadperestî, bi rengekî zanyarî nêz dibin. Hin gel hene di dîrokê de çêker in, hin jê jî dizên dîrokê ne. Belê em Kurd bi afirandina xwe serbilindin, dizên dîrokê çi dibêjin em nizanin. Em bi vê bawerin, çawa be rojekê her tişt wê wekî ronahiya rojê bi beriqîne…
Belê di diziya dîrokê de desthilatdar mahîr in, lewra karê wan dizî ye. Kurt û kurmancî jiyana wan li ser diziyê ye. Wekî hemû sedestan Cihû jî di diziya dîrokê de jêhatî ne. Ya rast meriv dikare ji vê re bêje “nîv dizî“ Lewra diziya wan resen e û li gorî xwe bi çanda xwe ve jî baş dikelijînin. Ango di vê hêlê de jî yekane ne. Beriya her tiştî her gav avêtina wan li ser hîmê netewî yê ye. Li gorî wê tişta ji gelên din jî digirin, li gorî netewa xwe bi pergal dikin. Ango hinekê ji reseniya xwe, hinekê ji ya din bi hev ve pîne dikin, lê hingê hosta ne cihê dirûnê naxuye! Bi çend hevokan me got: Lîlîth weke xwedavendeke bi hêz di mîtolojiya Gilgamêş de dixuye.
Îca li gorî Tewratê em binêrin bê Lîlîth yeka çawa ye? Li gorî Tewratê (baweriya Cihutiyê) Lîlîth hevjina Adem a yekemîn e. Xweda pêşî Adem û Lîlîth diafirîne, bes di navbera wan de nîqaşa hêz û desthilatdariyê derdikeve. Lîlîth serî ji Adem re natewîne û desthilatdariyê bi dest ve bernade. Adem li hemberî Lîlîthê serî li rêbazê cuda dide, ya herî zêde derdikeve pêş lêdan e (zora desthilatdariyê û şerê li hemberî jinê dest pê dike. ji wê ye R. Apo dibêjê.“mêtîngeh a yekem jin e”). Lîlîth ji ber vê lêdanê direvê cem xweda ( helbet gelek tiştên din bi duv dixin; li deverna Cin e, li deverna sembola xerabiyê ye. Roja îro jî em ji van gotinan ne biyanî ne.) Li gorî baweriya Cihuyan navekî xwda yê vesartî heye, Lîlîth vî navî hîn dibe. Ji dervî Lîlîth tu kes vî navî nizane. Ji ber ku vî navî dizane dibe xwedî hêzeke mezin. Lîlîth ji xweda per û bask dixwaze. Xweda peran pê ve dike. Bi wan peran difire çolê. Piştî çûyîna Lîlîth, Xweda ji giyana Adem (li gorî hinekan ji parsû yê), Hawa diafirîne da ku Lîlîth nebe serhildêr û tişta Adem bêje pêk bîne. Ji ber vê yekê Lîlîth serî hilda û got: “Ez û tu wekî hev in, tu tiştê te ji yê min zêde nîn e…“ Bi hatina Hawa re hin jin kedî bûn, hin jî wekî Lîlîth li ber xwe didin. Îro tesîra vê yekê li Warê Lîlîth, li Zagrosan e…