- Kevirên hêrandinê yên ji civakên Ewropî yên Neolîtîk ne tenê ji bo hêrandina genim, di heman demê de wekî tiştên ku li ser çerxa dem û jiyanê wateyên sembolîk ên kûr hildigirin hatine bikar anîn. Lêkolînên nû derxistin holê ku ev kevir ji bo jinan û rêûresmên civakî çiqas girîngin.
Kevirên ku civakên Neolîtîk ên li Ewropayê ji bo hêrandina genim bikar dianîn, ji karên xwe yên rojane derbas bûn û bi demê re vegeriyan tiştên xwedî nirxa sembolîk a bilind ku li qadên rêûresman hatin veşartin. Li gorî lêkolînek nû hatî kirin, ev kevir bi çerxa jiyana jinan û têgihîştina civakî ya demê ve girêdayî ne.
Lêkolînerên ji Zanîngeha Xweser a Barcelonayê, bi lêkolîna kevirên hêrandinê yên li ‘sê cihên rêûresmê’ ya li Elmanyayê destnîşan kirin ku ev kevir ne tenê xwedî wateyên fonksiyonel, heman demê de wateyên ritual û civakî jî hildigirin. Lêkolîn di Journal of Archaeological Science: Reports de hate weşandin.
Ji sê cihên rêûresmê ku lê lêkolîn hatine kirin, du li Goseck (Saksonya-Anhalt) û yek jî li Sömmerda (Turingia) ne. Ev şûnwar girêdayî Çanda Pottery Linearin ku li Ewropaya Navîn di qonaxên destpêkê yên serdema neolîtîkê de (4.900-4.650 B.Z.) hebûn. Lekoler 14 komikên kevirên hêrandinê yên ku li vir hatine dîtin ji hêla taybetmendiyên teknîkî, fonksiyonel û morfolojîk ve lêkolîn kirin.
Di encama lêkolînan de hat dîtin ku hinek ji van keviran hîna nehatî bikaranîn, hinek ji wan di nîvê temenê xwe de û hinek jî bi temamî xira bûyî li qadên rêûresmê hatine veşartin. Bi awayekî balkêş ev kevir ji rojhilat ber bi rojava ve, rûberên wan ên fonksiyonel li hevdu bikevin û bi cot hatine danîn. Her wiha hat diyarkirin ku madeyên xam ên keviran ji herêmên dûr hatine anîn.
Bi rêûresmên jinê ve girêdayî ne
Nivîskarê Sereke yê Lêkolînê Erik Zamzow, destnîşan kir ku ev vedîtin nirxa civakî û demkî ya kevirên hêrandinê eşkere dikin û wiha got: “Çêkirin, bikaranîn, ji nû ve şêwedan û di dawiyê de veşartina van keviran çerxa zayîn, jiyan û mirinê temsîl dike. Ev pêvajo hemû bi pêkanînên rêûresmên ku li gorî perspektîfa jinê ya li ser jiyanê pêk tê ve girêdayî ne”
Demeke civakî ya tevlîhev temsîl dikin
Kevirên hêrandinê yek ji hêmanên bingehîn ên jiyana rojane bûn û bi taybetî ji hêla jinan ve pir dihatin bikar anîn. Lê rastiya ku ev kevir li cihên rêûresmê di astên cuda yên mehilînê de hatine veşartin, destnîşan dike ku ew beşek kevneşopiya ji nifşan derbazî nifşan tê kirine. Lêkolîner destnîşan dikin ku dibe ku ev tişt bi kevneşopiyên civakên Neolîtîk ên ku di navberên rêkûpêk de cihê xwe vediguherin ve girêdayî bin. Koordînatorê lêkolînê Roberto Risch têkildarî vê yekê wiha dibêje: “Kevirên hêrandinê yên ku li van cihên rêûresmê hatine veşartin, ne tenê têgînek demê ku bi çerxên çandiniyê ve girêdayî ye, ji wê zêdetir demek civakî û rêûresmî ya pir tevlihevtir temsîl dikin.”
Bi bedena jinan re dibin yek
Risch her wiha tekez dike ku dibe ku ev kevir di warê şexsî de bi hinek jinên diyarker re têkildar bin û got: “Îro jî li gelek civakên kevneşopî yên çandiniyê, jin rojê bi saetan bi kevirên hêrandinê dixebitin. Bi salan ev kevir bi bedena jinan re dibin yek û dibin beşek ji mîrateya wan a rêûresman.” Lekoler destnîşan dikin ku kevirên hêrandinê yên ku li cihên rêûresman yên li Elmanyayê hatine lêkolîn kirin, pir dişibin cihên rêûresman yên li Fransa û Belçîkayê. Heta niha li 20 cihên rêûresman ên cuda, bi tevahî 89 kevirên hêrandinê hatine dîtin. Lêkolînên berê destnîşan dikirin ku ev şûnwar bi çerxa roj-şev, sala çandiniyê û rêûresmên bereketê ve girêdayî ne. Lê lêgerînên nû astek nû li têgihîştina Neolîtîk a demê zêde dikin û çerxa jiyana jinê li vê sembolîzmê zêde dikin.
Analîz dikarin bibin alîkar
Yek ji nivîskarên lêkolînê xwendekara doktorayê Marîna Eguîluz, bal kişand li ser giringiya lêkolînê û got: “Heta niha, di vekolîna wateyên sembolîk ên cihên rêûresman de, aliyên teknîkî û fonksiyonel yên kevirên hêrandinê li ber çavan nehatine girtin. Lê analîzên ku ev kevir bi demê re çawa hatine bikar anîn dikarin ji me re bibin alîkar ku em têgînên wan ên civakî û rêûresmî fam bikin.” Ev lêkolîn têgihîştina tevlihev a demê û kûrahiya rêûresmên civakên destpêkê yên Neolîtîkê derdixe holê û li ser sîstem û şêwazê bawerî û nirxê wan nîşaneyên nû peyda dike.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN