Pena Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi mazûvaniya Şaredariya Peyasa Amedê, zêdetirî bi 100 nivîskar, rewşenbîr û weşangeran re hatin gel hev.
Pena Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi hevkariya Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Peyasê, bi tevlêbûna Cîgirên Hevşaredaran û Endamên Meclisê yên Şaredariyê, di xwarina ji bo hevgirtinê de bi nivîskar, rewşenbîr û weşangeran re hatin gel hev.
Di destpêka civînê de Hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tunç axivî û got: "Bi vê civandina nivîskar, rewşenbîr û ronakbîran em kêm kêfxweş bûn. Di demên pêşiya me de Kongreya Komeleya Wêjekarên Kurd heye, ez bawerim vê dilgermiya li vir peyda bûye, em dixwazin di kongreya Komeleya Wêjekarên Kurd de jî bibînin."
Ewê konferansek navneteweyî were lidarxistin
Piştre Hevserokê PEN’a Kurd Omer Fîdan axivî û diyar kir ji ber organîzekirina vê xwarina ji bo piştgirî û hevgirtinê li ser navê nivîskaran kêfxweş in û spasiya Şaredariya Peyasê kir. Fidan wisa dom kir: "Kongreya Pena Kurd pêşnûmayek da Pena Navneteweyî, da ku 15 Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî wekî roja Piştgiriya Zimanê Kurdî ya Navnetewî bê qebûl kirin. Pena Navnetewî jî bi yek dengî ev pêşniyara me qebûl kir. Li gor vê, bi mûnasebeta 15 Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî em ê konferansek navneteweyî li Amedê li dar bixin bi piştgiriya Pena Navneteweyî û li gor vê biryarê tevbigerin. Di heman demê de, di demek nêz de wê heyecana niha li vir li dar ketiye, em dixwazin di Kongreya Pena Kurd ya ku dê li dar bikeve jî bibînin. Careke din em ji ber mazûvaniya Şaredariya Peyasê spasiyên xwe li ser navên nivîskaran diyar dikin û malavahiyê dixwazin."
Di xwarina piştgiriyê de Cîgirê Hevşaredarê Peyasê Yilmaz Guneş jî diyar kir ku ew qîmeteke mezin didin ked û xebata nivîskarên kurd û got “Ji bo geşkirina ziman, çand û wêjeya kurdî wê xebatên me bidomin. Ji bo piştgirî û hevgirtina bi nivîskaran re jî, deriyê me her dem vekirî ye” û kêfxweşiya xwe diyar kir. Herî dawî nivîskar Hecî Ozkal jî axivî û bal kişand ser rewşa zimanê kurdî û pê re kêfxweşiya xwe ya di vê şevê de ji bo kesên ked dane û nivîskar civandine hev anî ziman û malavahiya Şaredariya Peyasê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN